Gelê Kurd û hemû gelên ku bi azadî û vejînê bawer dikin, Cejna Newrozê pîroz dikin, Newroza gelê Kurd ku sembola vejînê û serkeftina li dijî zilmê ye. Ew boneyeke ku têkoşîna jibo dadmendiyê û wekheviyê tekez dike.
Bi dehan sal e gelê Kurd bi çewsandin û dûrxistinê re rû bi rû maye, pîrozbahiyên wî hatine qedexekirin, zimanê wî hatiye qedexekirin û mafên wî hatine talan kirin. Tevlî wê vîna wî nehatiye şikandin, her wiha ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têkoşîna xwe ya aştiyane domandiye.
Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk de tekez dikin, ku divê Newroz bibe boneyek niştimanî ji bo hemû Sûriyan û avakirina dewleteke demokratîk û piralî rêya garantîkirina mafên wekhev ji hemûyan re. Lê belê, berdewamiya rêbazên dûrxistinê ji bo sazkirina paşeroja Sûriyê, ku di danezana destûrî de, yaku ji aliyê rêveberiya nû ve hatiye pesendkirin, siyaseta şofînîst a Partiya Beis dubare dike, paşguhkirina mafên neteweyî yên pêkhateyên Sûriyê, ku rastiya cihêrengiya ku cewherê nasnameya niştimanî ya Sûriyê pêk tîne, paşguhdike.
Em bang li hemû gelê Sûriyê dikin, ku xwedî li nirxên piralî û demokrasiyê derkevin û ji bo Sûriyeke azad û demokratîk bi hev re bixebitin. Her wiha yekîtî û hevgirtina gelan di rûbirûbûna zordarî û dagirkeriyê de, rêya paşerojeke dadmendtir û wekhevtir e.
Newroz Cejna hêvî û siberojê ye û peyama ku têkoşîna jibo azadî û dadmendiyê wê berhem bide, tekez dike. Bi vê boneyê, em germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî gelê Kurd û hemû Sûriyan dikin û bi hêviya ku ev Cejn bibe destpêka serdemeke nû ya aştî û bextewariyê.
Cejna Newrozê Pîroz Be
20 Adar 2025
Meclîsa Sûriyeya Demokrat