Heft sal di ser dagirkirina Tirkiyê û komên girêdayî wê ji herêma Efrînê re derbas bûn, bajarê Sûriyê yê ku nimûneya jiyana hevbeş û pir rengî bû, ku veguherî qadeke kirêt a bipêkirinên dij mirovî û tawanên sîstemtîk di derheqê welatiyên wê yên resen de.
Ji roja yekem a dagirkeriyê ve, Tirkiyê siyaseta bi darêzorê ya sîstematîk, ji cîhûwarkirinê dimeşîne, ku bi sed hezaran sivîlên Kurd ji malên wan bidûrxistin û dest danîn ser mal û milkên wan, her wiha ên ku li bajarê xwe mabûn rastî kuştin, îşkence, talan, revandin û destavêtinê hatin, di binpêkirinek eşker de, ji yasayên navdewletî û peymanên Cenevre re.
Êrîşkariya Tirkî tenê bi dagirkeriya leşkerî re sînordar nema, lê belê jê wêdetir hewldanên ji holê rakirina nasnameya çandî û etnîkî ya miletê Efrînê, bi guhertina pêkhateya demografîk a herêmê, ferzkirina polîtîkaya tirkkirinê û bi cihkirina komên nifûsa ji derveyî herêmê, bi armanca guhertina nasnameya wê ya resen, di nava pilana sîstemtîk a guhertina rewşa wê ya demografîk û şaristanî pêk hat.
Îro, piştî zêdetirî deh salan ji destpêkirina kirîza Sûriyê û rûxandina rejîma Esed, Tirkiyê hîna berdewam e li ser dagîrkirina navçeyên berfireh ên Bakurê Sûriyê, di nav de Efrîn, Serê Kaniyê (Ras el-Eyn), Girê Spî (Tel Ebyad), Cerabulus, Ezaz û bajar û gundên din ên Sûriyê, di binpêkirineke ku serweriya dewleta Sûriyê û mafên gelê wê bê nirx kiriye. Her wiha berdewamiya vê dagirkeriyê aloziya Sûriyê kûrtir dike, yekitiya welat dixe bin gefê û tevlihevî û bê aramiyê li herêmê gurtir dike.
Em di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de, tevî ku red kirina xwe ya bê guman a li hemberî vê dagirkeriyê tekez dikin, em banga bidawîkirina wê ya lezgîn û vekişîna garantî ya hêzên Tirk û komên girêdayî wê ji hemû herêmên dagirkirî dikin. Her wiha em daxwaza ku bê şert û merc gelên resen vegerin herêmên xwe dikin, bi peydakirina garantiyên navdewletî ji bo parastina wan ji her kiryarên tolhildan û çewsandinê. Pêwîst e kesên ziyanberkirî ji hêla şênber û razber ve, ji ber dagirkeriyê û binpêkirinên wê ve, werin zîyanşûndedanîn kirin, tevî ji holê rakirina bandorên dagirkeriyê, di nav de vegerandina mal û milkên desteserkirî, lêpirsîna sûcdaran û vegerandina nasnameya çandî ya Efrînê û hemû bajarên dagirkirî yên Sûriyê.
Em bang li rêveberiya nû ya Sûriyê dikin, ku berpirsyariyên xwe yên neteweyî bigire ser milê xwe, ji bo bi dawî kirina dagirkeriya Tirk helwesteke zelal nîşan bide, ji bo misoger kirina vegera gelê resen ya bi ewle, bo herêmên xwe bixebite. Her wiha em bang li hemû hêzên Sûriyê dikin ku helwesteke yekgirtî li hember berdewamiya dagirkeriya Tirkiyê nîşan bidin û wê weke astengeke mezin li pêşiya yekrêziya welat û lihevkirina niştimanî ya Sûriyê binirxînin.
Em civaka navdewletî jî di warê exlaqî û yasayî de, berpirsê tawanên ku Tirkiyê li Efrînê û navçeyên din ên dagîrkirî, dibînin û ji bo bidawîkirina vê dagirkeriyê û vegerandina mafan ji xwediyên wan ên rewa re, em banga ji bo standina gavên cidî dikin.
Wê aramî li Sûriyê û herêmê pêk neyê, bêyî ku bidawîkirina dagirkeriyê û vegerandina mafan ji xwediyên wan re pêkwere.
18 Adar 2025
Meclîsa Sûriyeya Demokratî