Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi tundî êrîşa balefira bêmirov a Tirkiyê li ser gundewarên Kobanê di şefaqa 17ê Adarê de şermezar dike, ku di encamê de malbatek bi temamî şehîd bû, di êrîşeke nû de, ku li dîrokên tawanên Tirkiyê yên di derhehqê Gelê Sûriyê de zêde dibe.
Ev êrîşkariya ku sivîlan di hundirê malên xwe de jiyana xwe ji dest da, berdewamiya siyasetên êrîşkar ên Tirkiyê ye, ku bi armanca têkbirina ewlehiyê û derbekirina bingehên jiyana hevbeş, binpêkirinek eşkere ya yasayên navdewletî ye. Her wiha armanckirina mirovên bêguneh bi hovîtiyek wiha sûcekî şer e, ku sivikatiya Enqereyê ji zagonên navdewletî re eşkere dike.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bang li hikûmeta demkî ya Şamê dike ku bi erkên xwe rabe û helwesteke zelal li hember van binpêkirinan nîşan bide, her wiha bang li hevpeymaniya navdewletî û hêzên din ên çalak dike ku vê êrîşkariyê rawestînin.
Berdewamiya van tawanan di nava bêdengiya navdewletî de aramiya Sûriyê dixe metirsiyê û rewşê aloztir dike.
Em bang li hemû hêzên neteweyî yên Sûriyê dikin, jibo li hember vê destdirêjiyê helwesta xwe bikin yek, ji ber ku beravaniya Sûriyan berpirsiyariyek netewî ye, ku cihê xemsariyê lê nîne.
Ev tawan bêceza derbas nabe, em tekez dikin ku têkoşîna gelê me berdewam e û dema çalakiyên navdewletî hatiye ku dawî li van binpêkirinan bînin û qonaxeke ku mafên Sûriyan û ewlehiya wan misoger dike, bê avakirin..
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
17 Adar 2025