Di çardehemîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyê de, em qurbaniyên sûriyan bi bîr tînin, ên ku bi daxwaza azadî, rûmet û dadmendiyê serî hildan, di rûbirûbûna rejîmeke zordar de, ku bi dehan salan ew ji mafên wan bêpar kirine.
Her wiha tevgera gel nûnertiya vîna neteweyî ji bo avakirina dewleteke demokratîk, piralî kir, a ku li ser hîmê serweriya yasayî ye.
Îro, piştî rûxandina rejîmê di Çileyê borî de, Sûriyê rûbirûyê qonaxeke krîtîk e, ku astengiyên girîng derdixe hole, ku hîna tundûtûjî li hin herêman berdewam e û hîna bandora salên şer û parçebûnê li welat berdewam e. her wiha gurbûna li berava Sûriyê û qurbaniyên sivîl pêdiviya lezgîn bi agirbesteke neteweyî ya bilez tekez dike, ku bidawîkirina çerxên tundûtûjiyê yên ku her pêşketinek ber bi aramî û aştiyê ve asteng dike, radixe pêş çavan.
Her wiha daxuyaniya destûrî ya vê dawiyê, yêku diviyabû bibe pêngavek jibo pêkanîna hêviyên Sûriyan, bêhêvî bû û bi têra xwe daxwazên gelê Sûriyê ji bo avakirina dewleteke demokratîk û dadmend nîşan neda. Ji ber vê yekê, em pêwîstiya gavavêtina çareseriyên siyasî yên berfireh tekez dikin, ku rewşa Sûrî û aloziyên wê li ber çavan bêne giritin û rêzê li pir rengî û cihêrengiyê bigirin, ên ku her dem Sûriyê cuda kirine.
Pêkanîna armancên şoreşê, tenê bi guhertina rejîmê ve sînordar nînin, lê belê xebateke cidî pêwîst dike, ji bo avakirina sîstemeke nû ku vîna hemû Sûriyan îfade bike, her wiha mafên wan misoger bike û prensîbên dadmendiyê û demokrasiyê pêk bîne.
Paşeroja ku hêjayî Sûriyan e, ew e ku li ser bingeha lihevhatina neteweyî be, rêzê ji daxwazên wan re bigire û azadî û rûmeta wan misoger bike.
15ê Adarê, 2025
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk