Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Jibo Raya Giştî Di Derbara Reşnivîsa Danezana Destûrî A Ku Ji Aliyê Hikûmeta Demkî Ve Hatiye Pêşkêş Kirin

Em Meclîsa Sûriyeya Demokratîk danezana destûrî ya ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatiye pêşkêş kirin, red dikin, weke ku di daxuyaniya me ya berê ya di 26ê Sibata 2025an de hatiye gotin, “Kongreya Diyaloga Nîştimanî” di temsîlkirina pêkhateyên civakî û tevgerên siyasî de ne zelal bû, MSD tekez dike, hemû gavên ku li ser encamên vê kongreyê tên avêtin, dê di çareseriya pirsgirêka nîştimanî de kêm bimînin.

Ev reşnivîs zordariyê bi şêweyek nû ji nû ve hildiberîne, ku serweriya navendî bi cih tîne û rêdanên tekûz dide desthilatdariya cîbicîkar, di heman demê de xebata siyasî sînordar dike û avakirina partiyên siyasî dicemidîne, bi vî rengî, rê li ber rêgeha veguhertina demokratîk digire, her wiha reşnivîs mekanîzmayên diyar ên dadmendiya veguhêz paşguh dike û aloziya nîştimanî kûrtir dike.

Em her hewlek ji nû ve hilberandina dîktatoriyê di bin perdeya”qonaxa veguhêz” de bi tundî red dikin, em tekez dikin ku her danezana destûrî divê berhema lihevhatineke niştimanî ya rasteqîn be, ne projeyek ku bi awayekî yekalî hatibe ferzkirin, li ser vê yekê, em banga ji nû ve sazkirina danezanê dikin, ku destûr belavkirina desthilatê bi awayekî dadmend mîsoger bike, azadiya xebata siyasî dabîn bike, mafên hemû pêkhateyên Sûrî bipejrîne, her wiha pergaleke nenavnedî ya demokratîk esas bê girtin û ji bo pêkanîna dadmendiya veguhêz jî mekanîzmayên zelal bêne danîn.

Sûriye welatê hemû gelên wê ye, em ji nû ve avakirina rejîma zordar qebûl nakin.

14ê Adarê, 2025

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me