Îro bîst û yekemîn salvegera serhildana 12’ê Adara 2004’an derbas dibe, yaku qonaxeke girîng bû, di têkoşîna gelê Kurd a li dijî zordarî û stemkariyê de, ku rejîma Bais li hember xwepêşanderên aştiyane bi gule û binçavkirinê rû bi rû ma, her wiha li ser rêbaza xwe ya dîktatorî berdewam kir.
Ew serhildan qîrîneke bi deng li dijî zordariyê bû, tovên guhertinê çandina û dîwarên tires rakirina, ku rê li ber şoreşa Sûriyan ya ku di Adara 2011an de dest pê kir, vekir.
Îro, di rewşeke dîrokî ya nû de, ku Sûrî rûpela stemkariyê piştî rûxandina rêjîma Baisê di Çileyê borî de bi dawî dikin, daku qonaxeke nû li ser bingeha dadmendiyê, hevpariya neteweyî û rêzgirtina ji pirrengiyê re dest pê bikin.
Her wiha bûyeran tekez kir ku vîna guhertinê ji amûrên çewisandinê bi hêztir e û bi bîranîna vê salvegerê waneyên giranbuha digire, ku destnîşan dike, fedakarî mîrata têkoşînê ya ku çerxa guherînê dimeşîne berhev dike.
Em di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de, pabendiya xwe li ser xebtandina ji bo Sûriyeyeke demokratîk û piralî, ku mafan garantî dike, rûmetê diparêze û dawî li karesatên ku Sûrî bi dehan sal in tûşî wan bûne, tekez dikin.
Her wiha rêya ber bi paşerojeke baştir ve, bi xurtkirina hevkarîya netewî, çespandina nirxên jiyana hevbeş û aşitîyê û destpêkirina avakirineke sîyasî ya li ser bingeha dadmendiya dîrokî re, derbas dibe.
Rûmet û nemirî ji bo şehîdên azadiyê û serkeftin ji vîna gelan re.
12 Adar 2025
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk