Di qonaxek girîng di dîroka Sûriyê de û bi rihê berpirsiyariya netewî, rêkeftinek di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Serok Ehmed El-Şera de hate îmzekirin, daku bibe gaveke bingehîn ji bo avakirina Sûriyeke nû, dewleteke demokratîk ya piralî, ku rêzê ji mafên hemû pêkhateyên xwe re bigire, her wiha xwe bispêre distûrek ku vîna tevahî gelê Sûriyê nîşan bide û komara nûjen ku li gorî daxwaz û qurbanîdanên gelê Sûriyê ava bike.
Ev rêkeftin pêdivya pêwîst ji bo qonaxeke li ser bingeha hevpariya netewî, pejrandina hevdu û dadmendiya siyasî nîşan dide, ku hemû Sûriyan bê îstîsna di nava xwe de bihewîne, mafê biryargirtina çarenûsa xwe bi rêya beşdariya siyasî ya rasteqîn, ku wekhevî, rûmet û azadiyên serekî garantî dike, nîşan dide.
Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk de, vê rêkeftinê wek pêngavek ber bi çareseriya siyasî pîroz dikin, tekez dikin ku serkeftina wê girêdayî asta pabendbûna hemû aliyan bi rihê guhertina rasteqîn e, her wiha xebtanduna ji bo avakirina dewleteke demokratîk a nûjen ku rêzê ji vîna gelê xwe re bigire û daxwazên wan bi cih bîne, ku bibe beşek ji cîhana azad, ya ku bi dadmedî û mafên mirovan bawer dike.
Sûriya ji bo hemû Sûriyan, dewleteke demokratîk, piralî, nenavendî, hêjayî fedakariya gelê xwe û cihê xwe yê şaristanî û mirovî di nav gelan de bigire.
11 Adar 2025
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk