Cîhan her sal 8ê Adarê roja Jinê a Cîhanî pîroz dike û tekeziya rola wan a sereke di avakirina civakan û bilindkirina nirxên azadî, dadmendî û wekheviyê de. Bi vê bûneyê em hemû jinên Sûriyê û cîhanê silav dikin, ên ku tevî hemû zehmetiyên li pêşiya wan ber bi mafên wan ve digirin, têkoşîna xwe didomînin.
Di dirêjahiya dîrokê de, jinan tekez kiriye, ku hêmanek bingehîn e ji bo pêkanîna aramî û guhertinên civakî û siyasî, lê paşguhkirina sîstematîk û dûrxistina ji pozîsyonên biryardayinê berdewam dike ku li pêşiya beşdariya wan a bi aktîv dibe asteng. Misogerkirina hebûna jinan di cihên biryardayinê de ne tenê mafekî yasayî ye, lê belê gava yekem e, ji bo pêkanîna nûneratiya wê ya dadmend di hemû warên din de, wek geşedana aborî, perwerde û çandê, ber bi avakirina civakek bêtir dadmend û berdewamîpêdan ve.
Ev roj tê di demekê de ku tundiya li dijî jinan li Sûriyê zêde bûye, ku tê de bi dehan sivîlên bêguneh, di nav wan de zarok, jin û mêr, di mehên borî de hatin kuştin, di tawanên ku binpêkirinên li dijî jinan xirabtir dikin û nebûna ti garantiyek ji bo parastina wan di bin siya rejîma nû de. Gurbûna van tawanan ne tenê bûyerên tekeksî ne, lê nîşanek metirsîdar a paşeroja reş a ku dibe ku jin rûbirûyê wê bibin ger polîtîkayên li ser cihêkarî û bêcezakirinê berdewam bikin.
Parastina jinan ji tundûtûjiyê û dabînkirina mafên wan ên serekî bêyî reformeke bingehîn di pêkhateya dewlet û civakê de neyê kirin, ku bi xurtkirina yasayên ku ewlehiya wan garantî dikin û bidawîkirina hemû cûreyên cudakariya sîstematîk a li dijî wan dest pê dike, her wiha avakirina Sûriyeyeke demokratîk û dadmand di siya rejîmeke ku destûrê bide berdewamiya binpêkirinên li ser nîvê civakê werin kirin, pêk nayê.
Dema em derbasî qonaxeke nû dibin, bêyî tevlêbûna jinan a aktîf veguhertina demokratîk a rasteqîn pêk nayê. Nêzîkatiya li ser esasê temsîliyeta jinan a fermî yan jî bi sînor a di saziyên fermî de, xizmetê nake, belkî heman cihêkariyê ji nû ve hildiberîne. Ji ber vê yekê, misogerkirina hevkariya rast a jinan di avakirina paşeroja welat de, dibe kilîta avakirina Sûriyeyeke li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û serweriya yasayî.
Di vê çarçovê de, girîngiya yekbûna xebatên jinan û xurtkirina hevgirtinê di navbera wan de ji bo parastina destkeftiyên wan û xurtkirina wan di warê destûrî û yasayî de, bi taybetî ji bona berdewamiya kêşeyên li pêşiya pirsgirêkên jinan rûdidin zêde dibe. Tevî çaryek sedsalê di ser biryara Meclîsa Ewlekariyê ya 1325ê ya di derbara Jin, Aştî û Ewlekariyê de, jin bi taybetî li navçeyên nakok ên weke Sûriyê, hîn jî ji bo bidestxistina van armancan rastî zehmetiyên mezin tên. Ji ber vê yekê cîbicîkirina vî biryarî li Sûriyê ne tenê pabendiyek navdewletî ye, lê belê mercek serekî ye, ji bo dabînkirina aramiya welat, pêkanîna dadmendiyê û avakirina civakek demokratîk ku mafên hemû welatiyên wê bê cudahî misoger bike.
Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk de tekez dikin, ku pêkanîna aramî û aştiyê li Sûriyê bêyî beşdariya rasteqîne ya jinan di hemû aliyên jiyanê de pêk nayê, her wiha em banga lêpirsîna ji bo ceza kirina tewnbarên tundiyê li dijî jinan bi lezgînî were kirin û danîna yasayên xurt da ku parastina mafên wan bike û nûnertiya aktîv a jinan li hemû saziyên desthilat û biryardayinê misoger bike.
Bijî Jina Sûrî bi azadî û rûmet û bijî têkoşîna wê ya jibo azadî û wekheviyê.
8ê Adarê, 2025
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk