Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Jibo Raya Giştî Di Derbara Gurbûna Li Berava Sûriyê De

Di çarçoveya gurbûna aloziyan li herêmên beravên Sûriyê, Meclîsa Sûriya Demokratîk tekez dike ku parastina giyanê sûriyan, bêyî ku girêdana wan were berçav giritin, pêşayîyek tekane  ye, ku ti bihane ji bo gurbûna tundûtûjiyê li dijî sivîlan û saziyên xwecihî nayên pejrandin, Meclîs banga desthilata Dîmeşqê dike, ji bona ku dengê aqil were bi cih anîn û bi lezgînî berpirsiyariyên xwe yên niştimanî li beramberî van bûyeran bigire ser milên xwe, her wiha tekez dike, ku armanc girtina sivîl û endamên polîsên xwecihî binpêkirinek eşkere ya aştiya navxweyî ye û kiryarek gunehbarkirî ye, ku divê demildest were rawestandin.

 

Em bi tundî rûbirûbûna leşkerî red dikin û daxwaz dikin, ku sedemên aloziyê bi rêya diyalogeke cidî û berpirsane bên çareserkirin, dûrî çekkirin û sorkrina mezhebî, di heman demê de giringiyê bidin berjewendiya niştimanî ji bo dubare nekirina serpêhatiyên bi êş di dîroka Sûriyê û welatên cîran de.

 

Aştiya navxweyî bingeha her paşerojeke hêmin û ewle ye, ku her şêweyê tundûtûjiyê yan sorkirina mezhebî, tenê dê nakokiyan kûrtir bike û temenê êşan dirêjtir bike. Li gorî vê yekê, em bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku fitneyan û gotarên kînê red bikin û hevgirtina ji bo parastina pêkhateyên civakî, her wiha xebtandina ji bo avakirina pirên diyalogê û têgihîştinê, ji ber ku, dê Sûriye ji bilî yekbûna zarokên xwe û rêzgirtina cihêringiya ku nasnameya wê ya niştimanî pêk tîne, neyê ava kirin.

 

Di vê çarçoveyê de, em hişyariyê didin ku ev gurkirina mezin wê Sûriyê vegerîne xeleka tundûtijî yê û xizmeta dijminên aştiyê bike û ziyanê bigihîne ewlekarî û yekrêziya welat, li ser bingeha berpirsiyariya xwe ya neteweyî, em bang li hemû aliyên siyasî yên aktîv dikin ku bikevin nav diyalogeke niştimanî ya rasteqîn, daku bibe çareseriyeke siyasî ya berfereh.

 

Her wiha em tekeziya pêwîstiya damezrandina mekanîzmayeke dadmend ya veguhêz dikin, daku berpirsên tawanan lêpirsîn bikin û rêgehek zelal ji bo lihevhatina niştimanî were danîn, daku pêkanîna dadmendiyê misoger bike, hevdemî ligel proseya aştiya niştimanî ya berfereh,  di heman demê de, em hişyariyê didin hewldanên hêzên herêmî ji bo bikaranîna aloziya navxweyî li Sûriyê, her wiha  em di wê baweriyê de ne ku bêdengiya navdewletî bê bihane ye û nayê pejrandin, ji ber vê yekê em daxwazê ji Netewên Yekbûyî û Meclîsa ewlekariyê dikin, ku helwêstên bêtir ciddî û esehî nîşan bidin, bi derxistina biryareke aktîvkirî ji bo agirbestekê li seranserî Sûriyê were bi cihanîn, her wiha piştgiriya pêvajoyeke siyasî ya berfereh û bibandor ku aramiyê misoger dike û xeleka tundiyê bi dawî dike.

 

Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk de pabendbûna xwe bi xebtandina ji bo çareseriyeke siyasî ya dadmend ku aştî û aramiyê pêk bîne û paşerojeke ewle û şênkirî ji hemû Sûriyan re misoger bike, nû dikin, ku dûrî hişmendiya şer û pevçûnan, yên ku ji bilî wêranî û êşan tiştek bi xwe re neanîn.

 

7ê Adarê, 2025

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me