Meclîsa Sûriyeya Demokratîk xebatên kongireya bi navê ” kongireya Diyaloga Niştimanî” ku roja Sêşemê 25ê Sibata 2025an li Dîmeşqê hate lidarxistin, şopand.
Her wiha Meclîsê beriya niha di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe, li ser şêweyê nûnertiya komîteya amadekar, araste û daxuyaniyên wê nîşan dabû û lidarxistina kongireyê weke berdewamiya rêgezê dûrxistin û paşguhkirinê, yê ku bi dehan salan, serweriya rewşa siyasî ya welat de, dikir.
Nebûna nûnertiya dadmend ya pêkhateyên Sûriyê, ji aliyê netewî, civakî û siyasî ve, her wiha lezbûna lidarxistina kongirê, bêyî dabînkirina bingehên zelal û garantiyên rasteqîn, tekez dike ku di vê civînê de mijarên çarenûsî û paşeroja Sûriyê cidî nehatine girtin, ku ew ne tiştekî din bû, tenê proseyeke nefermî bû, ku xizmeta çareseriya pêwîst û hevkariya niştimanî di avakirina Sûriyê de nake.
Pêbaweriya desthilata Dîmeşqê bi rêbazên kevin ên têkçûyî yên ku rejîma Esed pêktanîn, bi rêya yekdestdariya biryarên siyasî û dûrxistina pêkhate û hêzên niştimanî yên bibandor, tenê wê parçebûnê kûrtir bike û her fersendeke ji bo serkeftina pêvajoya veguhêz têk bibe. Tiştê ku tê xwestin, ev e ku dev ji van rêbazên ku rejîma stemkar pêktanîn berdin, her wiha diyalogeke watedar, rastîn û berfireh pêk bînin, daku qonaxeke veguhêz a hevseng ku îradeya gelê Sûriyê dûrî yekdestdariya siyasî û biryargirtinê, damezrîne, her wiha dewleteke demokratîk, piralî û nenavendî li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev ava bîne.
26 Sibat 2025
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk