Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi nîgeraniyeke mezin biryara avakirina Komîteya Amadekar ji bo kongireya diyaloga neteweyî ya Sûriyê dişopîne, ji ber ku ev komîte ji yek reng û nêrîneke siyasî ya yek alî hatiye avakirin, ku ev yek binpêkirina prensîba nûnertiya dadmend û berfireh a hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dike.
Ev komîteya hatî avakirin, nûnertiya Sûriyan bi hemû pêkhate û cihêrengiya wan nake û dûrxistineke diyar e, ji hêzên siyasî, civakî û neteweyî yên ku rêjeyeke mezin û berçav ji pêkhateya civaka Sûriyê pêk tînin, ku dûrxistina wan binpêkirineke eşkere ye, ji prensîba hevpariya neteweyî re.
Her wiha paşguhkirina bi zanebûn û dûrxistina mexsedî ji hêzên siyasî yên neteweyî re yên ku bi salan dijberiya rejîma Esed kirine û rastî kuştin, binçavkirtin, sirgûnkirin û koçberkirinê hatine, kiryarek e ku niyeta rastîn a ji bo beşdarbûna hemû kesan di avakirina pêşeroja Sûriyê de nîşan nade, ku di navaroka xwe de ji nûve siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê yên ku di dema rejîma Esed a rûxandî de. Dide vejandina, ku dibe asteng li pêşiya avakirina dewleteke rastîn a demokratîk. Her wiha ji zimanê berdevkê komîteya amadekar di kongireya xwe ya çapemeniyê de diyar dibe, ku biryara sûriyan ya bijardeyên xwe yên di derbara paşeroja welat û awayê rêveberî û nûnertiyê de tê desteserkirin.
Her wiha Nerîna din yek ji stûnên bingehîn ên faktorên serkeftina diyalogê ye, ku divê komîte pêşwext encam û armancên diyalogê texmîn neke û mafê wê nîne ku aliyekî Sûrî bi tawanên ku ne layiqî daxwazkarê diyalogê ne û ne li gorî rastiyan in, tawanbar bike.
Em di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de tekez dikin ku em ligel hemû hêzên siyasî û civakî yên Sûriyê ne, her wiha bi hemû pêkhateyên civaka Sûriyê, hevkarên rastîn û aktîvkirî di avakirina Sûriyeya paşerojê de û beşdarbûna hemûyan di hemû qonax û pêdiviyên pêvajoya veguhêz de, her wiha em bi rijid daxweza lêvegera damezrandina komîteya amadekar dikin, bi şêweyek ku xizmeta kongireya diyalogeke neteweyî bike. ku hemû pêkhateyên Sûrî di nava xwe di bihewîna, bi şêweyek ku têde destkeftiyên qonaxa veguhêz li hevhatî bin û diyalogek rasteqîn a neteweyî ava bike, ku tevkariyê li avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî bike, ku mafên hemû welatiyan were garantî kirin.
15 Reşemî 2025
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
Add comment