Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Derbara Encamnameya Civîna Aqabe Ya Komîteya Têkiliyên Wezîrên Erebî Li Ser Sûriyê

Meclîsa Sûriya Demokratîk pêşwaziya daxuyaniya Aqabeyê dike ku ji aliyê Komîteya Têkiliyên Wezîrên Erebî li ser Sûriyê di 14ê Çileyê Pêşîn 2024an de li bajarê Aqabe yê li Şahnişîna Urdinê hat lidarxistin, ku hewldanên Erebî û navdewletî yên ji bo bingehên çareseriyeke siyasî ya berfereh datîne û garantiyê dide Sûriyan ku wê tengasiya xwe ya dîrokî derbas bikin û piştî salên dirêj ji arîşeyan ber bi paşerojeke ku layîqê wan e, bimeşin.

Xalên ku di daxuyaniyê hatin diyar kirin, tekezî li ser pêwîstiya rawestandina yekser a operasyonên leşkerî û dabînkirina rêzgirtina mafên hemû pêkhateyên gelê Sûrî bê cudahî dikin, her wiha pêngavên bingehîn in ji bo bidestxistina aramiyê û avakirina atmosferek ewle ku rê li ber diyalogeke niştimanî ya berfereh vedike, ku tê de hemû hêzên siyasî û civakî beşdar dibin, her wiha dengê jinan, ciwanan û civaka sivîl bilind dibe, wek hevkarên sereke di sazkirina pêşeroja Sûriyê de.
Meclîsê balkişand li ser giringiya veguheztina siyasî li gorî biryara meclîsa Ewlekariyê jimare 2254, ku weke çarçoveyeke hevgirtî ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û piralî li ser bingeha dadmendî, wekhevî û serweriya yasayî radiweste. Her wiha Meclîs piştgirîyê dide hewildanên bi armanca parastin û pêşvebirina dezgehên dewleta Sûrî bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên gel bike û nehêle welat ber bi kaosê ve biçe, her wiha xurtkirina hewlên şerê dijî terorê, bi awayekî ku ewlehî û aramîya Sûrîyê garantî bike û yekîtiya Sûrî diparêze.

Di vê çarçoveyê de, Meclîs di wê baweriyê de ye ku amadekirina şert û mercên ji bo vegera xwebexş û ewle ya penaber û koçberan bo malên xwe, pêngaveke mirovî ya pir girîng e, ku pêwîstî bi dabînkirina garantiyên pêwîst ji bo vegerandina rûmet û mafên wan dûrî tolhildan û dûrxistinê heye.

Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk de, tekeziya tevlîbûna xwe ya tam, di her hewleke dilpak de, ku hewl dide karesata Sûriyê bidawî bîne dikin, her wiha em pabendbûna xwe bi karkirina bi aliyên curbicur yên niştimanî û navdewletî re nû dikin, ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo avakirina welatekî azad, serbixwe û ewle, ku daxwazên gelê xwe pêk bîne û pêgeha Sûriyê di hawîrdora wê ya herêmî û navdewletî de vegerîn.

15 Çile 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Add comment