Keç û xortên gelê me yê Sûrî yê mezin
Di vê kêliya dîrokî de, ku salvegera nehemîn a damezrandina Meclîsa Sûriya Demokratîk û rûxandina rejîma zordar a ku welat bi dehan salan bi bindestî û wêrankirinê bi rêve bir, tîne cem hev, em îro radiwestin û wateyên têkoşîn û fedekariyan bi bîr tînin, ku gelê Sûriyê ji bo pêkanîna azadî, rûmet û hemwelatîbûna wekhev têkoşiya.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di sala 2015’an de hate damezrandin, weke derbirîna îradeya gelê Sûriyeyî ji bo rûbirûbûna rejîmeke navendî û zordar ku êdî nikare daxwazên gel pêk bîne. Îro piştî rûxandina vê rejîmê, ku bû asteng li pêşiya pêkanîna daxwazên gelê Sûrî, em derbasî qonaxeke nû ya çalakiyên niştimanî dibin, ku pêwîstî bi yekrêziya xebatan heye ji bo xêzkirina rûxweserên Sûriya pêşerojê.
Rûxandina rejîmê ne tenê dawiya serdemeke tarî ye, lê belê destpêka berpirsiyariyeke neteweyî ya mezin e, ku pêwîste hemû hêzên siyasî û civakî bi hev re hêzên xwe bidin hev, da ku dewleteke demokratîk ya piralî li ser bingeha nirxên azadî û dadmendî û rêzgirtina ji mafên mirovan re ava bikin.
Di salên têkoşînê de, Sûriyan berdêlên giran li hemberî amûra bindestî û zordariyê dan. Xwîna şehîdan, berxwedaniya girtiyan, êşên koçberan, hêstirên dayikan, ev hemû çîroka gelê ku serî netewand û bi cesareteke bêhempa rûbirûyê zilmê bû. Ev qurbanî erkê me ye ku em bi dilsozî kar bikin ji bo bidestxistina armancên şoreşa Sûriyê û danîna bingehên Sûriyeyeke nû.
Di vê kêliya kirêtîk de, Meclîsa Sûriya Demokratîk daxwaza rawestandina tundûtûjiyê li seranserî welat û vekirina rûpeleke nû ji diyaloga niştimanî ya berfireh dike. Em banga hemû hêzên niştimanî yên Sûriyê, bê îstîsna, dikin ku bi hev re li ser maseya diyalogê rûnên bi armanca danîna bingehên Sûriyeya pêşerojê, dewleteke ku hemû gelê xwe bi girêdanên wan ên neteweyî û olî hembêz bike û rêzê ji cihêrengiyên wan re bigire, weke faktora hêz û yekîtiyê ye.
Meclîs herwiha tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna kêşeyên herêmî dike, nemaze pirojeyên berfirehkirina Tirkiyê ku yekîtî û serweriya xaka Sûriyê armanc dike. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku dawî li dagirkeriya xwe ya li ser axa Sûriyê bîne û bi temamî jê vekişe, her wiha vegere sînorên xwe yên di qada navneteweyî de hatine destnîşankirin. Tenê bi vê pabendbûnê dikare têkiliyên cîrantiyê yên hevseng ên li ser bingehê rêzgirtina dualî ava bikin.
Meclîsa Sûriya Demokratîk pabend e bi berdewamkirina xebatan ji bona bidestxistina dadmendiya veguhêz, yeksaniya qurbaniyan û bicihanîna lihevhatina niştimanî wek gavên bingehîn ji bo avakirina Sûriyeya ku her kes xeyala wê dike. Her wiha Meclîs tekezî li ser giringiya bihêzkirina jin û ciwanan dike û beşdariya wan a aktîv di biryargirtin û avakirina paşerojê de dabîn dike, ji ber ku ew stûna bingehîn a pêşketina welat in.
Ey Sûriyên azad, ev kêliya dîrokî ya ku we bi fedakariya xwe afirand, hûn xwediyê wê ne. Werin em bi hev re derfetê bi dest bixin û li ser vê destkeftiyê ava bikin, her wiha ji bo avakirina welatek nû, ku tê de nirxên azadî, wekhevî û aşitiyê şiyandar bin bixebitin. Sûriyeya pêşerojê li benda me ye, dê em bi qasî berpirsiyariya gewre bin.
10 Çile 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
Add comment