Bi navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
Keç û xortên gelê me yê Sûrî yê gewre, Em îro we silav dikin ku em bi kêfxweşî û serbilindî pêşwaziya kêliyeke dîrokî ya çaverêkirî dikin, Rûxandin û çûyîna sembola zordestî Beşar Esed. Ev destkeftiya mezin berhema israra we ji bo pêşveçûyina ber bi azadî, rûmet û wekheviyê ve ye, tevî salên dirêj ên zordarî û destdirêjiyê.
Hûn bi lehengî li ber amûra zulmê rawestiyan û bedelên mezin dan. Xwîna şehîdan û birîndaran, nalîna girtiyan û windahiyan û têkoşîna koçberan li welatên diyaspora, nexşeya ber bi azadiyê ve. Bi saya îrade û baweriya we ya bi mafê jiyaneke bi rûmet xêz kir, em îro li hember tirs û zordariyê bi ser dikevin.
Meclisa Sûriya Demokratîk pîrozbahiya gelê me yê gewre dike di vê kêliya kirîtîk de, soz dide ku xebat berdewam be, ji bo avakirina bingehên dewleteke demokrat a piralî ku wekhevî û dadmendiyê pêk bîne, rêzê ji cihêrengiyê re bigire, mafên mirovan dabîn bike û li ser bingeha wekheviya nirxên hemû welatîbûnê. Em di wê baweriyê de ne, ku ev kêliya dîrokî destpêka rêyeke nû ye û li pêşiya me hemûyan erkek mezin di avakirin û jinûveavakirin de heye, her wiha danîna destûreke nûjen ku îradeya gel îfade bike û pêkanîna dadmendiya veguhêz a ku, dadmendiya qorbaniyan pêk bîne û birînên berê derman dike.
Em ê bi hemû hêzên siyasî, niştimanî yên Sûrî û yên çandî û civakî bi rihê diyalog û berpirsyariyê kar bikin, ji bo damezrandina Sûriyeke nû ku hemû gelê xwe bi hemû cihêrengiyên xwe yên neteweyî, olî û mezhebî, hembêz bike, bêyî dûrxistin û paşguhkirin. Dîrok îro destpêka serdemek nû tomar dike, serdemek ku bi îradeya gelê Sûrî yê azad tê birêvebirin, ku biryar e êşên rabirdûyê veguhezîne hêzeke ajotinê ji bo avakirina pêşerojeke ewle, geş û dadmend.
Bijî Sûriyeke Azad, Yekgirtî û Democrat.
8 Çile 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
Add comment