Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Ji Bo Raya Giştî

Meclîsa Sûriya Demokratîk bi tundî ji nûve zinîkirina tundûtûjiyê li Sûriyê şermezar dike û nîgeraniya xwe derbara hemû pêşhateyên ku li Sûriyê rûdidin, her wiha jî kontrolkirina komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, bajarê Helebê û gundewarê Hemayê, bê berxwedanî, nîşan dide.

Meclîs gefên ku sivîlên Sûrî li seranserî erdnîgariya Sûriyê rastê tên şermezar dike, her wiha bang li civaka navdewletî dike, bi pêwîstiya bilez û bi bandor ji bo rawestandina gurbûna tundiyê li Bakur-Rojavayê Sûriyê rawestîne û daxwaz dike ku asta herî zêde ya zextê li ser hemû aliyên nakok were bikaranîn da ku agirbest bê pêkanîn û destpêkirina danûstandinên aştiyane yên berfireh û nû, ku nûnertiya gelê Sûriyê û daxwazên wê bike û bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê yên aktîv, bêyî ku werin dûrxisin.

Meclîsa Sûriya Demokratîk rêjîma Sûriyê rûdanên li welêt pêk tên berpirsiyar dibîne, her wiha redkirina wî ji hemû insiyatîvên ku dê Sûriyan ji karesatê rizgar bike, ew dagîrkeriya Tirkiyê rasterast ji aloziya vê dawiyê li Bakurê Rojavayê Sûriyê berpirs dibîne û Meclîs diyar dike nîgeraniya xwe ya kûr derbara rewşa mirovî ya ku koçberên herêma Şehba pê re rû bi rû mane, em bang Netewên Yekbûyî û Meclîsa ewlehiya Navdewletî dikin ku destwerdanê ji bo parastina hemû sivîlên Sûriyê bikin, di dema metirsiya rasterast ya komên girêdayî Tirkiyeyê çêdike, ku berê destê xwe di sûcên şer, qirkirin û koçberkirina bi darêzorê de hene.

Meclîs hişyariyê dide metirsiyên bikaranîna DAIŞê ji aloziya vê dawiyê li Bakurê Rojavayê Sûriyê û bang li hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya netewên Yekbûyî yên Amerîkayê dike ku piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk re di şerê xwe de li dijî DAIŞê bihêztir bike, her wiha girîngiyê dide nîgeranî û tirsa birayên dewleta Iraqê û tekezî li ser pêwîstiya Hevkariya di navbera hêzên Iraqî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, bi hemahengiya ligel hevpeymaniya navdewletî ji bo xurtkirina şerê li dijî terorê dike.

Di heman çarçoveyê de, Meclîs girîngiya rola Federasyona Rûsyayê di piştgirîkirina çareseriya siyasî ya berfereh de tekez dike, her wiha careke din vebûna xwe ji diyaloga bi Tirkiyê re û redkirina hemû bihaneyên ku rê li ber dagîrkirina zêdetir ji axa Sûriyê vedikin, piştrast dike.

Ji ber vê yekê, di van rewşên hestiyar de, Meclîs dixwaze gelê Sûriyê ji van tiştan piştrast bike:

Yekem – Berdewamiya nakokiyan di navbera aliyên Sûriyê de tenê xizmeta dijminên gelê Sûriyê dike û azara sivîlan zêdetir dike û bang dike ku zimanê diyalogê li ser zimanê çekan bi ser bikeve.

Duyem – Rawestandina hemû binpêkirinên ku pêkhateyên taybet li Sûriyê dikin armanc, di heman demê de tekezî li ser wê yekê kirin ku Kurd û pêkhateyên dîtir ên neteweyî û olî beşeke resen ji dîrok û erdnîgariya Sûriyê ne.

Sê – Krîza Sûriyê bi dawî nabe ji bilî çareseriyeke siyasî ya dadmend ku mafên hemû Sûriyan misoger bike û dadmendî, azadî û wekheviyê pêk bîne, dûrî destwerdanên derve yan hewlên sepandina rewşek nû bi darêzorê.

Di encamnameyê de, Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyê tekane rêya ji bo çareserkirina kirîza ku Sûriyê ji Bakur heta Başûr tê de derbas dibe, her wiha Meclîs jibo diyaloga bi hemû gelê Sûriyê re bi armanca bihêzkirina yekîtî, ewlehî û serweriya Sûriyê vekirî ye û banga hemû sûriyên welatparêz li herêmên curbicur ên Sûriyê dike, ku nekevin pey kampanyayên kînê, tolhildanê û propagandayên xerab û pabendbûna bi bijardeya çareseriya siyasî ku li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî û veguhertineke demokratîk ku yekitî û serweriya Sûriyê xurt dike misoger bike. di çarçoveya sîstemeke siyasî, demokratîk û nenavendî ku daxwazên hemû Sûriyan pêk bîne.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
2 Çile 2024

Add comment