25ê Mijdarê Roja Cîhanî ya rûbirûbûna Li Dijî tundiya li Ser Jinê ye. Ev roj ji bo bi bîranîna xwişkên Mîrabal tê nîşandin û ji bû nûkrina pabendiya têkoşîna li dijî hemî şêweyên tundî û cihêkirinê yên ku jin pêre rûbirû dimînin. Ev roj di rêgeha têkoşîna jinan a cîhanî ji bo azadî, rûmet û wekheviyê de wateyên girîng hildigire, ku ev sal bi zêdebûna tundiya sîstematîk û cihêkariya li gor cûreyê civakî li gelek herêmên cîhanê tê.
Ev bone di demeke ku têde jinên Sûrî ji ber şerê berdewam ji sala 2011an ve rastî şert û mercên pir aloz tên, ku giraniya cihêkarî û tundûtûjiyê bi hemû cureyên wê de zêde kiriye, ji hejarî û biçûkxistinê bigire heya êrîşên giran ên mîna îşkence, kuştin û windakirina bi zorê. Her wiha li herêmên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê, ku bi awayekî sîstematîk binpêkirinên giran li jinan tên kirin, rewş her ku diçe xerabtir dibe.
Em zêdebûna tundiya li ser jinên Sûriyê weke encama rasterast a çanda baviksalarî ya serdest, yasayên cudaxwaz û encamên şerê xwînrij dibînin. Ev rastiya bi êş ji me hemûyan tê xwestin helwestek cidî ji bo têkoşîna ji bo guhertina rewşê û pêşvebirina wekheviyê nîşan bidin.
Em di Meclisa Sûriyeya Demokratîk de berxwedana jinên Sûrî û têkoşîna wê ya berdewam a ji bo azadî û guhertina demokratîk silav dikin. Em careke din tekez dikin ku bihêzkirina jinan û dabînkirina mafên wan ne tenê pirseke mirovî ye, lê belê mercek bingehîne ji bo pêkanîna aştî û geşedana domdar li Sûriyê ye.
Ji ber vê yekê em bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û tevgerên femînîst dikin ku xebatên xwe yên ji bo piştevaniya jinên Sûriyê û eşkerekirina pêkanîn û binpêkirinên ku jin li Sûriyê rûbirûyê wan dibin, çi li ser destên rejîmên stemkar an hêzên dagirker be, xurtir bikin.
Her wiha em bang li hemû jinên Sûrî dikin ku bibin yek û destên xwe bidin hev ji bo yekkirina nêrîn û armancên xwe û bi hev re kar bikin ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan. Beşdarbûna jinan di proseya siyasî û biryardanê de ne pêdiviyeke duyem e, lê belê pêwîstiyek e ji bo misogerkirina serkeftina her çareseriyeke siyasî ya berdewam li Sûriyê.
Di dawiyê de em tekez dikin ku azadiya jinan kilîta azadiya hemû civakê ye û têkoşîna ji bo bidawîkirina tundî û cudakariya li ser wan, beşeke serekî ya têkoşîna me ye ji bo bidestxistina dadmendî û rûmeta hemû gelê Sûrî.
25ê Mijdar 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
Add comment