Di salvegera dehemîn a Roja Cîhanî ya piştgirya bi Kobanê re
Di vê rojê de em destana lehingiya dîrokî ya ku bajarê Kobanê di rûbirûbûna êrîşa terorîstî de nexişand bi bîr tînin. Berxwedana Kobanê veguherî rênîşaneke navneteweyî ya têkoşîna li dijî hêzên tarî û tundiyê, her wiha bûye sembola vîna mirovahiyê li hemberî zordestî û terorê.
Dema ku rêxistina DAIŞ a terorîst êrişî bajarê Kobanî kir di sala 2014an de, ne tenê bajarek dikir armanc, lê dixwest pirojeya şaristanî a pirdengî demokrasî û pêkvejiyana aştiyane têk bibe. Lê belê xweragirî û qurbanîdana keç û xortên Kobanê, her wiha hevgirtina hemû pêkhateyên civakê di berevaniyê de, hêşt ku ev şer bibe xaleke girîng di şerê cîhanî yê li dijî terorê de.
Piştgiriya cîhanî bi Kobanê re, di wê demê de nimûneyeke zindî ya yekbûna çarenûsa mirovî li hemberî tundiyê. Vîna berxwedana xwecihî bi piştgiriya navneteweyî re di şerekî çarenûsî de gihaştin hev, têde bervanî ne tenê ji ber Kobanê ve kir, lê ji ber cîhanê ve, her wiha ji ber nirxên mirovahiê yên havbeş û pêkvejiyana aştiyane.
Xwîna pîroz a ku axa Kobanî avda, her wiha qurbaniyên leheng ên keç û xortên Sûriyê ji hemû pêkhateyan û mezheban, gelê me di movikeke dîrokî de kire yek, her wiha tekez kir ku yekitiya niştimanî ya pêkhateyên Sûrî keleha asê li beramberî hewldanên perçekirina welatê me ye.
Îro ku em rûbirûyî astengiyên nû ne, ew jî êrîşên berdewam ên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, ku sivîl û binesaziya herêmê dike armanc û hewl dide projeya rêveberiya xweseriya demokratîk têk bibe. Ev êrîşên berdewam gefeke rasterast li ser aramiya herêmê, ku bi saya qorbaniyên mezin hate bi destxistin, her wiha hewlên avakirina paşerojeke demokrat û dadmend têk bibe.
Em bang li civaka navdewletî dikin û bi taybet hêzên ku piştgirî dane berxwedana Kobanê, ku bi berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin, ji bo parastina destkeftiyên di şerê li dijî terorê de hatine bi dest xisitin, her wiha em helwesteke bi rijid li hember berdewamiya binpêkirinên Tirkiyê ji yasaya navneteweyî û mafên mirovan re li herêmê daxwaz dikin.
Pirojeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku encama rihê berxwedana Kobanê bû, hewl dide nimûneyeke birêvebirinê pêşkêşbike, ku dibe bersiva hêviyên civakê yên ji bo jiyana hevbeş û rêvebirina bi bandor. Em li ser berdewamiya xebata ji bo pêşxistina vê ezmûnê û xurtkirina mekanîzmayên hukimraniyê tekez dikin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hemû pêkhateyan bike, her wiha mafên wan dabîn bike, li ser bingeha waneyên ku ji ezmûna Kobanê di yekîtî û hevgiritina civakî de hatine bi dest xistin.
1 Mijdar 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
Add comment