Daxuyaniya dawî ya kongireya damezrêner a Rêgeha Demokratîk a Sûrî
Sekreteriya Giştî ya Rêgeha Demokratîk a Sûrî daxuyaniya dawî ya kongireya xwe ya damezrêner, ku li paytexta Belçîka Brukselê lidar ket, eşkere kir, daxuyaniyê tekezî li ser çendîn rastiyên ku wê ked ji bo wan were dayîn, da ku Sûriyê jinûve vegera li ser rêya demokratîk.
Daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya Rêgeha Demokratîk a Sûrî derbara lidarxistina kongireya damezrêner wiha ye:
Kongireya damezrêner a Rêgeha Demokratîk a Sûrî, xebatên xwe bi dawî kirin, ku di rojên 25 û 26’ê cotmehê de dewam kir û bi beşdariya 128 delegeyan, bi awayekî fîzîkî û online, ku nûnertiya hêz û kesayetên demokratîk ên Sûrî li hundir û derveyî welat dikin. Ev beşdar bi girîngiya sîstema demokratîk di peydakirina jiyaneke siyasî ya berhemdar û jîndar, di navbera hemû Sûriyan de, bawer dikin.
Kongire di şert û mercên pir aloz û metirsîdar de hate lidarxistin, ku welat rastî parçebûnê tê, ji ber destwerdanên ji derve û yên leşkerî û nakokiyên navxweyî herwiha gelek dagîrkeriyên ku hîn jî yekitiya wî ya niştimanî dixin bin gefê de, piştî demeke dirêj ji zordariya rejîma stemkar ku siyaset ji nav civakê derxistiye û bi rêya, jêrdestin û çewisandinê bi parçebûnên beralî (neteweyî, olî û mezhebî) ve, dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne, ku ti rewabûna wê tune ye ji bilî feriz kirina defakto, bi hêza leşkerî û ewlekarî.
Dema ku şoreşa aştiyane ya Sûriyê di bihara 2011an de dest pê kir, rejîm hêrs bû û gefxwerinên xwe yên şewitandina welat bi cih anî. Ku va tundiyê tundiyek dijber da afrandin, ku siyasetên çekkirin û olperestiyê belav kirin, her wiha terora hêzên (DAIŞ û El-Nusra) û milîsên islamî, ku hinek ji wan xweradestî welatên cîran û hêzên herêmî kirin.
Di dema pêşhateyên navdewletî û herêmî yên ku me derbasî qonaxek pir metirsîdar û tevlihev dibin, dibe ku tê de gelek nexşe û dabeşkirina hêzan were guhertin, ji ber ku li zêdetirî deverekê rewşek navdewletî ya tengezar heye, ku berdewamiya Şerê Rûsya li ser Ukrayna û êrîşên berdewam û dubare yên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di dawiyê de, bi taybetî şerê xwînî li Gezayê û Lubnanê û aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de, ku hîn bandor û encamên wê ne diyar in. her wiha encamên ku hilbijartinên pêşerojê yên Amerîkayê, ev hemû dihêle em lêvegerekê di siyasetên xwe û avakirina wan li ser hîmê van guhertinan û nûjenkirina wan li gor pêşhateyan bikin.
Ji bo Sûriye vegere ser rêya demokratîk, kongire van rastiyan destnîşan dike, ku dê xebat ji bo wan were kirin:
– Yekîtiya ax û gelê Sûriyê, ji ber ku parastina yekrêziya welat bingeha her çareseriyeke siyasî ye, ku divê bibe bingehê her pêvajoya danûstandinê.
– Guhertina siyasî bi rêya Netewên Yekbûyî û biryarên navdewletî, bi taybetî biryara 2254, berfirehkirina nûneratiya Sûriyan û xurtkirina rola wan, ku nûneratiya çarçoweya yasayî dike, ji bo pêkanîna lihevkirineke siyasî di navbera hemû aliyan de.
– Tekezkirina nasnameya niştimanî ya sûrî ya ku nasnameyên dîtir derbas dike û vedihewîne.
– Rêya demokrasî û pêşketinê rasterast bi bihêzkirina jinan re heye û guhertin bêyî wê negihêje asta xwe, di heman demê de ger ku ev sedsal sedsalek ji bo bidestxistina wekheviya zayendî be, divê em di dilê vê tevgerê de bin.
– Tekezkirina rola ciwanan û beşdariya wan di biryargirtinê de û pêwîstiya nûnertiya wan di desteyên ku ji rêgehê derketine û hêz û karînên wan bi kar bînin.
– Pêwîstiya avakirina sîstemeke nenavendî, ku hûrgiliyên wî bi diyalogeke niştimanî ya berfireh di navbera hemû aliyan de bên diyarkirin, ji bo dabîn kirina mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê û rêgirtina li vegera stemkariyê.
– Cudakirina di navbera ol û dewletê de û bêalîbûna dewletê li hember olan.
– Avakirina Komara Sûriyê û parastina mafê kom û kesan pêwîstî bi pirensîpên destûrî yên bihêz heye ku li ser bingeha yasa, peyman û rewabûna navdewletî ya mafên mirovan û koman heye, ku yasayên navdewletî û peymanên navdewletî li pêşberî pirensîpên destûrî bin, bi taybetî yasayên navneteweyî yên mirovî- Cinêv 1949.
Demokrasî weke sîstemeke ku misogeriya pêkanîna jiyana siyasî ya Sûriyê dike, li ser bingehê cihêrengî û dewlemendiya civakî, ku misogerkirina bidestxistina baştirîn encaman li ser asta Sûrî ya giştî ye.
– Tekezî li ser çareserkirina doza kurd li gorî zagonên navnetewî û misogerkirina mafên pêkhateyên din ên etnîkî.
Rêgeha demokratîk a Sûrî li ser gor xalên jorîn, daxwaza bilezkirina pêngavên yekrêzî û rêxistinkirina demokratên Sûrî dike, heya ku bigihêjin kongireke niştimanî ya berfereh, di bin çavdêriya navdewletî û herêmî de, ku tê de hemû hêzên siyasî û demokratîk yên ku baweriya wan bi paşerojeke pêşketî heye, bîne cem hev. Da ku, Sûriyeya pêşerojê bibe berhema xebata hemûyan. Ji ber vê yekê, rêya me dê ji bo hevkarî û diyalogê bi hemû aliyan re vekirî be, li ser bingehê lihevkirin û rêzgirtina ji hev re, dûrî dûrxistin û cudabûnê.
Di dawiya civînên xwe de, kongirê reşnivîsa belgeyên xwe yên dîtina siyasî, pirensîp û nexşerê ji bo pêvajoya siyasî pesend kir, piştî destnîşankirina guhertinên pêwîst û vebûna li ser yekrêziya karê Sûriyan, piştî gotûbêjkirinê û danîna têbîniyên pêwîst, her wiha Sekriteriya Giştî ya Rêgeha Demokratîk a Sûrî hate hilbijartin, ku dê peywira şopandina biryaran û cîbicîkirina plana kar bigre ser xwe, di heman dema rêxistinkirina karûbarên rêgehê û pêşveçûna ber bi armancên ku li gor biryarên kongirê û nîqaşên wê hatine destnîşan kirin.
Bijî Sûriya azad, yekgirtî, demokratîk û ne navendî Rêz ji bo şehîdan, hemû şehîdan
Azadî Ji hemû girtiyên nêrînê re
26ê Cotmeha 2024an
Sekrtereya Giştî ya Rêgeha Demokratîk a Sûrî
Add comment