Di dema ku cîhan çaverê ye, ku aştî û aramî li Rojhilata Navîn zêde bibe û daxwaz zêde dibin ji bo rê li pêşiya têkçûnên ji ber aloziyên bilindkirî were girtin, em rastî berdewamiya êrişên sîstematîk tên, ên ku binesaziya aborî û jiyanî li Bakur Rojhilatê Sûriyê armanc dikin. Ku artêşa Tirkiyê di êvara 24ê Cotmeha 2024an de, êrîşeke hovane li dijî cihên binesaziya aborî yên jiyanî li Bakur Rojhilatê Sûriyê pêk anî, ku bû sedema ziyanên mezin di nava sivîlan de û rûxandina binesaziyên jiyanî bi temamî, ku ev armancgirtina çavkaniyên jiyanî û dahatên bingehîn a çaremîn e, ji Cotmeha 2022an ve, ku lêdana aboriya xwecihî û kûrkirina êşên sivîlan ên ku ji beriya deh salan ve li hember qeyraneke niştimanî ya dijwar a ku Sûriyê têde jiyan dike, li berxwedidin. Ku armanca van êrîşan hêviyên gel ji bo aştî, xwecihî û jiyaneke bi rûmet têk bibin.
Ji ber ku armanca êrîşên Tirkiyê qutkirina av, eliktirîk, gaz, sotemenî û çavkaniyên pêwîst e, Meclîsa Sûriya Demokratîk bi tundî êrîşên Tirkiyê yên berdewam li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar dike, bi taybetî êrîşên dubarekirî li ser jêrxaneya jiyanî, ya ku di jiyana welatiyan de jêdera bingehîne. Her wiha Meclîs siyasetên dijminatiyê yên Tirkiyê şermezar dike, ku armanca wan koçberkirina gelê Sûriyê ye, ji bo berdewamkirina pirojeya xwe ya dagirkeriyê li ser tevahiya Bakurê Sûriyê, Meclîsa Sûriya Demokratîk tekez dike, ku armanckirina binesaziya aborî dijberî peymanên Cinêvê û yasayên navdewletî, ên têkildarî parastina sivîlan di dema pevçûnan de ne, Meclîs bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navdewletî, Meclîsa Mafên Mirovan û Yekîtiya Ewropî dike ku helwestên berpirsyar li hember van binpêkirinên eşkere yên yasayên navdewletî yên mirovî bigirin, Her wiha Meclîs bang li Amerîka û Rûsya dike, ku li gorî peymanên agirbestê yên di Cotmeha 2019an de hatine îmzekirin û li gorî wê divê Tirkiye êrîşên xwe yên li ser xaka Bakur Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne, her wiha em Meclîsa Ewlekariyê û Komkara Erebî vedixwînin ji bo zextên herî zêde li ser Tirkiyê pêkbînin, ji bona rawestandina êrişên xwe li ser serweriya Sûriyê û welatiyên wê, her wiha rêzgirtinê ji mebestên yasayên navdewletî re bigire û siyasetên xwe yên bi armanca derxistina kirîzên xwe yên hundirîn, ji bo berfirehkirina pirojeya xwe ya dagirkeriyê rawestîne.
Meclîs ji raya giştî ya cîhanê re tekez dike, di dema ku em ji bo dîtina çareseriyên dadmendî û aştiyane ji pirsgirêkên xwe yên niştimanî re li Sûriyê bibînin de, kardikin, her wiha em rêzdariya xwe ya tam ji serweriya welatên cîran re tekez dikin û her binpêkirin di derheqê serweriya welatê xwe de, em napejrînin, em di wê baweriyê de ne, ji mafê her welatekî ye. ku karûbarên xwe yên navxweyî re li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî çareser bike, her weha em daxwaz dikin ku mafên hemû gelan di çarçeweya welatên ku girêdayî wan in li gorî yasayên navneteweyî werin rêzgirtin. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku diyaloga navxweyî baştirîn rê ye. ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, bi awayekî ku aramî û dadmendî ji bo hemû aliyan pêk were, li gorî vê yekê, em bang li Tirkiyê dikin ku dest ji êrîş û êrîşên xwe yên li ser welatiyên bi ewle li bakurê rojhilatê Sûriyê berde. Girêdayî wê, em bang li Tirkiyê dikin, ku êrîşên xwe di ser welatiyên sivîl li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne û vekişe, dawî li dagîrkirina axa me bîne, rêzê ji sînor û serweriya Sûriyê re bigire û li çareseriya pirsgirêkên xwe bigere dûrî xistina Sûriyan nav qeyranên xwe yên hundirîn.
24 Cotmeh 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
Add comment