Daxuyanî Ji Bo Raya Giştî
Îro Meclîsa Sûriya Demokratîk bûyereke girîng di dîroka têkoşîna siyasî ya Sûriyê de bi bîr tîne. ku beriya 5 salan, terorkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê û endama Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk şehîd Hevrîn Xelef, bû xaleke guherînê di pêvajoya şer de, her wiha astengiyên mezin ên rûbirûyî pêvajoya aşitiyê û veguhertina demokratîk li Sûriyê eşkere kir.
Trajediya hat serê me, ku bi koça dawî ya vî kesayeta neteweyî ya bilind, ziyanên mezin ên tevgera demokratîk li Sûriyê tîne bîra me. Şehîd Hevrîn Xelef mînakeke bêhempa ya jina serkêş bû, ku bi dozên gelê xwe re dilsoz bû, her wiha ji bo bi pêkanîna aştî, dadmendî û wekheviyê ji bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bi hemû keda xwe têdikoşiya.
Projeya siyasî ya şehîd Hevrîn li ser aştiya navxweyî bû, wê her dem tekezî li gotûbêja hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên li Sûriyê dikir, daxwaza dewletek Sûrî ku bibe welatê hemûyan, her wiha tekezî dida dewlemendiya cihêrengiyê, ku ew çavkaniya wê ye û hêz û yekîtiya gelê Sûriyê ye.
Sûcê hovane yê ku ji aliyê komên terorîst ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bi taybetî yên bi navê “Ehrar El-Şerqiyê” ku di lîsteyên cezayên navneteweyî de cih digire, binpêkirinek eşkere ya hemû rêûresm û peymanên navneteweyî ye û sûcê şer e ku bi deng û dîmen hatiye belgekirin. Ev kiryarê terorîstî yê tirsonek, rûyê rastîn ê wan komên nûnertiya naveroka siyaseta Tirkiyê li Sûriyê dikin, eşkere dike.
Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk de, Bi tundî şermezarkirina va sûcê hovane nû dikin, pêwîstiya lêpirsîna tawanbaran û radestkirina wan bo dadgeha navnetewî tekez dikin. Em ji civaka navneteweyî daxwaz dikin, ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û yasayî li hember vî sûcî û binpêkirinên din ên komên terrorist ên Tirkiye piştgiriyê dike û li dijî gelê me pêk tine, bi cih bîne.
Terorkirina Hevrîn Xelef ne tenê kiryareke tawankar a yekalî bû, lê belê hewldanek, ji bo têkbirina rêya siyasî ya aştiyane, ku Hêzên Guherîna Demokratîk li Sûriyê. Di va qonaxa dîrokî ya tengavkirî de, Meclîsa Sûriya Demokratîk pabendbûna xwe ya şiyandar li ser berdewamiya rêbazê siyasî yê aştiyane û danûstandinan ji bona çareserkirina kirîza Sûriyê tekez dike.
Pêkanîna dadmendiyê ji bo Hevrîn Xelef û hemû qurbaniyên şer ê li Sûriyê, gaveke bingehîn e ji bona avakirina aştiyeke mayînde û danîna bingehên dewleteke demokratîk a piralî ku rêzê ji mafên hemû pêkhateyên xwe re bigire.
12 Cotmeh 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
Add comment