Di pêncemîn salvegera dagîrkirina herdu bajar Serê Kaniyê (Ras Alên) û Girê Spî (Tel Abyad) de, Mwclîsa Sûriya Demokratîk va bûyera bi êş di dîroka Sûriyê de bi bîr tîne, ku bûye qonaxeke metirsîdar di rêgeha aloziya Sûriyê de, ji ber ku, bûye sedema azarek mirovî ya berfireh û derencamên siyasî û civakî yên mezin.
Her wiha berdewamiya dagîrkeriya Tirkiyê, weke binpêkirina eşkere ya serweriya Sûriyê û binpêkirina zagonên navnetewyî ye. ku ev dagirkerî bi şêweyek piratîk xaka Sûriyê parçe dike û rewşa perçebûn û jihevdeketinê tekez dike, her wiha ev yek dibe astengiyek sereke li pêşiya pêkanîna xwecihbûn û aştiyê. Guhertina demografîk û berdewamiya binpêkirinên mafên mirovan li van herêman, gefê li hevgirtina civakî ya Sûrî dixwe û hewildanên gihîştina çareseriyeke siyasî ya gişî û berdewam têk dibe.
Meclisa Sûriya Demokratîk tekez dike, ku divê paşeroja Sûriyê bi vîn û daxwazên rewa yên gelê Sûriyê were pêkanîn, ku her rêkeftin an lihevkirinek bêyî rêzgirtina vîna gel were kirin, dê di dema bê de, ne rewa û ne pêkan be. Em di wê baweriyê de ne ku divê biryarên Sûriyê, tenê di destê Sûriyan de bin, dûrî her destwerdan û serdestan.
Em bang li civaka navnetewî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û dagiîrkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê bidawî bîne, her wiha ji bo cîbicîkirina biryara jimareya 2254 ya Meclîsa Ewlekariyê ya Neteweyên karekî aktîv bike. Her wiha pêkanîna hemû bendên va biryarî, rêya guhertineke siyasî ya rasteqîn e, ku aştî, azadî û rûmeta hemû gelê Sûriyê misoger bike.
Di vê çarçoveyê de, em ji hemû aliyên Sûriyê daxwazin, ku giringiyê bidin berjewendiya niştimanî ya bilind û bi hev re kar bikin, daku welatê xwe ji dagîrkeriyê rizgar bikin û Sûriyeke yekgirtî û demokratîk ava bikin, ku rêzê ji cihêrengiya netewî û olî re bigire, her wiha mafên hemû pêkhateyên wê bê cudahî an dûrxistin dabîn bike.
Em pabendbûna xwe bi xebatê ji bo paşeroja Sûriyê tekez dikin, heya bi destxistina nerîneke niştimanî ku maf û rûmeta hemû Sûriyan misoger bikin. Her wiha mezinahiya astengiyên li pêşiya me jî em dizanin û em di wê baweriyê de ne ku pêdiviya guhertinên rasteqîn bi berdewamiya hewldan û hevkariyê di navbera hemû aliyên curbicur ên niştimanî heye. Ji bona vê yekê em bangeke rastîn ji hemû hêzên siyasî û civakî yên Sûrî dikin, ku ji bo diyaloga avaker û xebata hevbeş ji bo çareseriyeke siyasî ku daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne û yekîtî û serweriya welêt dabîn bike.
Em hevgirtina xwe ya giştî bi şêniyê herêmên dagîrkirî re, her wiha pabendiya xwe bi pêkanîna hemû derftên heyî, ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û misogerkirina vegera penaberan bi rûmet û ewlehî bo malên xwe nû dikin.
8ê Cotmeha 2024an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
Add comment