Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Meclîsa Sûriya Demokratîk bi boneya Roja Cîhanî ya Aştiyê

Di bîst û yekê Îlonê de, ku cîhan roja cîhanî ya aştiyê pîroz dike, meclîsa Sûriya Demokratîk hevxemiya xwe ligel hemû kesên ku li Sûriye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ji bo aştî û dadmendiyê hewildidin, radiweste. Ev bûneya cîhanî, ku ji aliyê Netewên yekbûyî ve hatiye destnîşankirin, îsal hemdemî demekê ku pêwîstiya aştiyê ji her demê zêdetir e, ligel zêdebûna nakokî û aloziyên mirovî li gelek deverên cîhanê.

Meclisa Sûriya Demokratîk, êş û azarên gelê Sûriyê di salên şer û pevçûnan de bi bîr tîne û tekez dike ku aştiya rasteqîn û domdar tenê bi rêya çareseriyeke siyasî ya danûstandinan di navbera Sûriyan de, ku rêzgirtina ji mafên hemû pêkhateyan re misoger be û pêkanîna nirxên demokrasî, piralî û edaleta civakî.

Em di meclîsê de di wê baweriyê de ne ku aştî ne tenê nebûna şer e, lê belê pêvajoyek erênî ye, ku ji bo avakirina baweriyê û pêşxistina hev têgihîştinê di navbera hemû beşên civakê de hewildanên domdar pêwîst dike. Di vê çarçoveyê de em pêgiriya xwe nû dikin ku bê westandin kar bikin, ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî ya berfereh li Sûriyê ku têde mafên hemû gelê Sûriyê misoger be û rûmet û azadiyên wan ên bingehîn biparêze.

Krîzên pirjimar ên ku li herêma me û cîhanê rû bi rû ne, pêwîstiya lezgîn ji bo pejirandina rêbazek nû ji têkiliyên navneteweyî re tekez dike, ku li ser bingeha hevkarî û hevgirtinê, li şûna pevçûn û rûbirûbûnê were avakirin. Di vê çarçoveyê de em bang li civaka navnetewî dikin ku xebatên xwe yên ji bo piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê xurtir bikin û mekanîzmayên diyalog û navbeynkariyê bi rêyên aştiyane çareser bikin.

Em teqez dikin ku aştiya rastîn, bêyî dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û destwerdanên herêmî yên li Sûriyeyê, pêk nayê. Ev polîtîkayên dijminatiyê û binpêkirinên eşkere tenê xizmeta pevçûnan dikin û şansên aştiya rastîn qelis dikin. Em bang li van hêzan dikin ku polîtîkayên xwe ji nû ve binirxînin û dest ji bikaranîna hêzê ji bo ferzkirina ajandayên xwe berdin û li şûna wê bikevin diyalogeke avaker ku rêzê ji serweriya dewletan û mafê çarenûsa gelên wan re digirin.

Di vê rojê de em girîngiya belavkirina çanda aştî û lêborandinê bi taybetî di nav nifşên ciwan de bi rêya bernameyên perwerde û hişyarkirinê tekez dikin. Aştiya rastîn di hiş û dilê mirovan de dest pê dike û ji bo derbaskirina cudahiyan û avakirina pirên peywendiyan û têgihiştinê xebateke komî pêwîst dike.

Di dawiyê de em bang li hemû aliyên Sûriyê û herêmê dikin. da ku berpirsyariya dîrokî bi cih bînin û bi dilpakî kar bikin ji bo bidawîkirina çerxa tundiyê û gihiştina çareseriyeke siyasî ya berfireh û dadmendî. Ji ber ku Pêşeroja gelên me û nifşên paşerojê bi kanîn me ve girêdayî ye ku em nakokiyên xwe derbas bikin û cîhanek ewledar û dadperwer ji bo hemûyan ava bikin.

21 Îlon 2024

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

 

Follow Me