Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya şermezarkirina dorpêç û binpêkirinên li ser gundê Kaxurê yê Efrînê

Meclisa Sûriya Demokratîk nûçeyên nakok û bi êş, yên ji gundê Kaxurê yê girêdayî herêma Efrînê ya dagirkirî dişopîne, ku tê de înternet hat qutkirin û ji aliyê komên tundirê ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, dorpêçeke tund li ser şêniyên gund hatiye sepandin. Em bi tundî van binpêkirinên eşkere yên dijî mafên mirovan şermezar dikin, weke ku rapor diyar dikin, girtinên keyfî, rewşên îşkenceyê û binpêkirinên giran di derheqê sivîlan de tên kirin, ku bûne sedema toşbûn û birînên giran di nava gundiyan de.

Her wiha em tekez dikin ku kiryarên bi vî rengî li dijî pirensîpên mirovî yên bingehîn û peymanên navdewletî yên mafên mirovan in, em tekez dikin ku dorpêçkirin û Binpêkirinên li ser sivîlên bêçek tawanek li dijî mirovahiyê ye, ku divê demildest were rawestandin. Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên yasayî dikin, berpirsiyariyên xwe li hember van binpêkirinên giran hilgirin û ji bo rakirina dorpêçê bixebitin, her wiha ewlekariya sivîlan dabîn bikin û lêpirsîna berpirsiyarên van tawanan were kirin û bên darizandin.

Her wiha em bang li hemû aliyan dikin ku pabendî zagonên navneteweyî yên ku parastina sivîlan û mafê jiyana bi rûmet û ewledar dabîn dikin, bikin. Em teqez dikin ku em ê li hemberî tewanên dagirkeriyê û nokerên wê bêdeng nemînin. Û em ê piştgiriya xwe bi gelê Efrînê ya dagirkirî re, li ser daxwazên wan ên mafdar ji bo jiyanek bi aramî û aştiyane dûrî dagirkeriyê, koçberî û tundiyê bijîn, berdewam bikin.

18 Îlon 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me