Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Ji Bo Raya Giştî

Di yazdehemîn salvegera komkujîya kîmawî ya Guta de, em îro kêliyeka Sersaxî û bîranîn, ji bona karesata mirovî ya ku hîna di hişê me hemûyan de ye disekinin, ew komkujiya ku tê de, bêtirî 1,400 sivîlên bêçek li Gutaya Rojhilatî, li gundewarê Şamê, jiyana xwe ji dest dan û hejmareke mezin ji jin û zarokan di nav de hebûn, di encama bikaranîna gaza qedexekirî ya sarîn, li ser asta navdewletî de, bi êrîşeke xayîn, ku weke yek ji tawanên herî hov yên serdema nûjen tê hesibandin.

Di 21’ê Tebaxa 2013’an de cîhan li ser dîmenên hovane yên bedenên bêtevger şiyar bû. Ku ev êrîş ne tenê êrîşek li ser komek sivîlan bû, Lê belê êrîşek li dijî tevahî mirovahiyê û li ser nirx û prensîbên, ku gelên ji bo aştî û dadmendiyê tev digerin û yekîtiya gelan pêk tînin bû.

Derbasbûna yazdeh salan li ser va tawana hovane re, bêyî ku dadmendiya tê hêvîkirin were bidestxistin, weke rûreşiyekê li ser rûyê civaka navdewletî tê hesibandin, ku heta niha nekarîbû berpirsên vê komkujiyê ceza bike. Û alîkariya pêwîst ji qurbaniyan û malbatên wan re pêşkêş bike, ku gavek metirsîdar e, di yasayên rêxistina navdewletî de û êş û tirajediya gelê Sûrî zêdetir dike.

Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk de, daxwazên xwe ji bo pêwîstiya vekirina vekolînên navdewletî yên serbixwe û zelal nû dikin, da ku hemû kesên ku di bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan de berpirsyar in werin ceza kirin, em tekez dikin ku pêkanîna dadmendiyê ne tenê bi mafdariya qurbaniyan û malbatên wan ve girêdayî ye, lê belê, di heman demê de gaveke biryardar e, ji bo bidawîkirina bêcezabûnê ye, ku teşwîq kir ji pêkanîna tawanên zêdetir derheqê gelê Sûrî de.

Her wiha em tekeziya li ser giringiya bihêzkirina hewlên navdewletî, ji bo parastina sivîlên Sûrî ji hemû şêweyên tundûtûjî û binpêkirinan dikin. Û kar dikin bo dîtina çareseriyeke siyasî ya berfireh ji aloziya Sûriyê re, li ser bingeha biryarên rewa yên navdewletî, di destpêkê de, biryara (2254), bi awayekî ku hêviyên gelê Sûriyê yên azadî û rûmetê pêk bîne. Îro cîhan rûbirûbûya berpirsyariyeke dîrokî ye, ku dawî li êş û azarên gelê Sûriyê bîne, her wiha afrandina şertên guncaw, da ku penaber û Koçber bi rûmet û ewlehî vegerin malên xwe.

Bîranîna qurbaniyên Guta û qurbaniyên din ên mîna wan, ên ku di encama tawanên hatin kirin de jiyana xwe ji dest dane, li ser me weke Sûriyeyî ferz dike, ku em nakokiyan red bikin û ji bo berjewendiya gelê Sûrî bibin yek, ji ber ku yekîtî rêya tekane ye, da ku dawî li pêkanîna van tawanan bê kirin, her wiha ji bo ku bikaribin lêpirsîn û dadmendiyê ji bo qurbaniyan bidest bixin û bigihêjin jiyanek azad bi rûmet û Ewle, ku layîqî gelê Sûrî be.

21 Tebax 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me