Meclisa Sûriya Demokratîk bi bêzariyek mezin û şermezarkirî pêşhateyên metirsîdar li herêmên Rojhilatê Feratê dişopîne. Û bi taybet komkujiya hovane ya ku Rejîmê û hevalbendên wê li gundên Dahla û Cidaydit Bakara li gundewarê rojhilatê Dêrazorê danê sibê roja Înê 9ê Tebaxa 2024an pêk anî.
Ev êrîşa hovane, yaku têde 11 şehîdan jiyana xwe ji dest da û piraniya wan zarok û jin bûn, dibe binpêkirinek eşkere ji yasayên navdewletî yên mirovî û biryarên meclîsa ewlehiyê yên têkildar re. Ev kiryara tawankar rijda rejîmê û piştgirên wî ji bo têkbirina xebatên aramiyê û vegerandina ewlehiya herêmê, di rûbirûbûneke bê rûmet de, li dijî vîna civaka navdewletî, nîşan dide.
Meclîs bi tundî va tawana hovane şermezar dike, her wiha rejîm û hevalbendên wî bi temamî berpirsyarên encamên wê ne. Û bi tundî hişyariya berdewamiya encamên vê rêya tundrew dike, ku rasterast pêşeroja pêvajoya siyasî û ewlehiya herêmê bi temamî dixe bin gefê.
Pêkanîna rejêmê ji va komkujîyê re di çarçoveya berdewamiya têkçûna wî di kontrolkirina Dêrezorê de ye, her wiha tekez dike ku siyaseta wî ya tundrew êdî ti kesî naxapîne. Hevgirtin û yekrêziya pêkhate û eşîran li hember van êrîşên hovane û li dijî fitneya ku rejîm û hêzên pêre, wê tenê hêz û sekna me di berevaniya yekparçeya xaka Sûriyê û parastina rûmeta gelê Sûrî de zêdetir bike.
Meclîs bang li civaka navdewletî dike, ku tevgerek bilez û bibiryar, ji bo bicihanîna erkên xwe yên exlaqî û yasayî, jibo parastina sivîlên Sûrî. Her wiha daxwaza pêkanîna fişarên bi bandor li ser rejîmê û piştgirên wî û rawestandina destdirêjiya xwe û pabendbûna yekser bi rêya çareseriya siyasî li gorî biryarên rewa yên navdewletî û bi taybet biryara 2254 bike.
Meclîs pêwîstiya aktîvkirIna bilez a mekanîzmayên berpirsiyariya navdewletî. Ji bo misogerkirina, ku sûcdarên tawanên şer û tawanên li dIjî mirovahiyê, ji sizakirinê nerevin. Her wiha pêkanîna dadmendiyê ji bo qurbaniyên şerê Sûrî tekez dike.
Meclîs pabendbûna xwe ya xurt. ji bo parastina yekitiya ax û gelê Sûriyê nû dike û banga li hemû hêzên niştimanî û demokratîk, jibo li hember komployên bi armanca têkbirina aramiyê û ji nûve gerandina tevgera çerxa şer bisekinin, dike.
Meclîs sersaxiya malbatên şehîdan dike û başbûnê ji birîndaran re dixwaze, her wiha berdewamiya têkoşîna xwe ya aştiyane ji bo Sûriyeke demokrat, piralî û nenavendî ku têde maf û rûmeta hemû welatî pêkhateyan misoger bibe tekez dike.
9ê Tebaxê, 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk