Duh, Sêşemî 6ê Tebaxa 2024an, bajarok û gundewarên Dêrazorê li rojhilatê Feratê rastî êrîşeke xiyanetkar û tirsonek ji hêla hêzên desthilatdariya Şamê û pêxwasên bi wê û hêzên biyanî ve girêdayî hatin. Wan hejmarek sivîlên bêguneh kuştin û hinên din jî bi giranî birîndar kirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk van êrîşên tawankar û hovane bi tundî şermezar dike û desthilatdariya Şamê ji ber van kiryaran bi temamî berpirsyar dibîne û wê ji pêşhateyên rewşa ewlehiyê li wir hişyar dike.
Meclîs rola leheng ya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bilind dinirxînin, ku ev êrîşên hovane têk birin û ewlekarî û aramiya herêmê parastin, her wiha sersaxiya malbatên şehîdên canê xwe ji dest dane dike û başbûna lezgîn ji bo birîndaran hêvî dike.
Her wiha Meclîs bang li hemû hêzên siyasî û niştimanî dike da ku tawankariya desthilatdariya Şamê û istîxbarata wê şermezar bikin, ku ev kiryar kanînên rêxistina terorîst a DAIŞê xurt dike, rê li ber çalakbûna wê vedike û xebata têkoşîna li dijî terorê têk dibe.
Destê dadmendiyê dê rojekê bigihêje hemû kesên ku ji ber van êrîşên tawankar û terorîst berpirsyar in, yên ku bûne sedema mirina Sûreyên bêguneh, her wiha dê wan liser kiryarên hovane û xerab, ku di derheqê şêniyên bêguneh de pêkanîne, darizîne.
7ê Tebaxê, 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk