Di vê roja bi êş de, ku rastî dehemîn salvegera Komkujiya Sincar/Şengalê tê, Meclîsa Sûriya Demokratîk bi rêzdarî û tewandin li hemberî giyanê şehîdan û êşa qurbaniyên birayên me yên Êzîdî radiweste. Ev felaketa mirovî, ku rêxistina terorîst a DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de pêk anî, ku heya niha birîneke xwînrêj di wijdanê mirovatiyê de ye, her wiha bi bîr xistineke pêwîstiya yekrya li hember hêzên tarî û terorê ye.
Em bi êş û xemgîniyek kûr dehemîn salvegera komkujiya hovane, ya di derheqê Êzîdiyan de, pêk hat bi bîr tînin, em helwesta xwe ya bi rijd û domdar, di şermezarkirina va tewana hovane de, ya ku wek lekeyeke şermkirî li ser rûyê mirovahiyê tekez dikin.
Ev 10 sal in, di ser wan kêliyên tarî re derbas bûn, ku herêma Şengalê bû şahidê şêweyên herî hovane yên komkujî û qirkirina nijadî, ku gelê Êzîdî yê aştîxwaz rastî kampanyayeke sîstematîk, ku hebûn, nasname û çanda wan hat armanc kirin. Ev bîranîna bi êş li me berpirsiyariyeke dîrokî û exlaqî ji bo berdewamkirina têkoşînê, ji bo bidestxistina dadmendiya qurbaniyan û ji nû ve avakirina cihên ku bi destê terora reş hatine wêrankirin, ferz dike.
Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk de, bi rêzdarî û Serfirazî Berxwedana gelê Êzîdî û fedakariya wan a mezin li hember rûbirûbûna terorê silav dikin. Her wiha lehengiya yekîneyên parastina gel YPG û yekîneyên parastina Jin YPJ, bilind dinirxînin, ku di hawara birayên xwe, di demên tengav de çûn û destanên dijwar ên lehengî û fedekariyê nivîsandin.
Di vê bûneya bi êş de, em dubare civaka navnetewî vedixwinin, ku bi erkên xwe yên exlaqî û yasayî li hember gelê Êzîdî rabe û Kiryarên ku li ser êzîdiyan hatin kirin weke jenosîd û tawaneke li dijî mirovahiyê bi şêweyekî fermî bipejirîne, her wiha piştgiriya razberî û şênberî ji bo ji nû ve avakirina Şengalê û sererastkirina binesaziya wêrankirî. Her wiha em pabendî wê yekê dikin ku pêwîste xebatek bi hêz bê kirin ji bo dadgehkirina tawanbarên van tawanan û radestkirina wan bo dadmendiya navneteweyî û pêkanîna rêkarên aktîv ji bo rizgarkirina Êzîdiyên revandî yên ku hîn di destê rêxistinên terorîst de ne.
Em tekezî li ser giringiya piştgirîkirina hewlên ji bo parastina nasnameya çandî û olî ya Êzîdiyan û parastina kelepor a wan ji hewlên jinavbirin û berovajîkirinê dikin.
Meclîsa Sûriya Demokratîk, tekezî li ser pabendbûna xwe bi prensîbên pêkvejiyana aştiyane û pirrengiya çandî û olî dike, em bang li hemû hêzên niştimanî û demokratîk li herêmê dike, ku xebata xwe bikin yek, ji bo rûbirûbûna hizra Terorîst û têkbirina hêzên tarî û tundirê yên ku civakê û nirxên me yên hevpar ên mirovî dixe bin gefê.
Di dawiyê de em sersaxiyê û hevxemiya xwe ji malbatên şehîdan û qurbaniyan re dixwazin û tekez dikin ku xwîna şehîdan vala naçe, her wiha heya ku dadmendî pêk were, têkoşîna me ya hevpar dê bidome. Ji bona jiyanek bi ewle ji bo hemû pêkhateyên gelê me yê Sûriyê misoger bibe.
3 Tebax’ ê 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
Add comment