Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî jibo Raya Giştî

19ê Tîrmeha îsal, 12emîn salvegera şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, şoreşa ku daxwaza gelê Sûriyê ji bo guhertina demokratîk û avakirina dewleteke sivîl a nûjen nîşan da. Bi vê bûneyê, Meclîsa Sûriya Demokratîk pejina xwe ji bo xwegiriya gelên herêmê ji hemû pêkhateyan-Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Êzidî, Ermen, Tirkmen û Çeçen- ên ku nimûneya hevgirtina niştimanî li hember rûbirûbûna tundirê û terorê nîşan dan.

Herwiha serpêhatiyê pêkana avakirina civakek hevgirtî li ser bingeha hevwelatîbûn û jiyana hevbeş nîşan dide.

Herwiha serpêhatiya Rêveberiya Xweser, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneyek yekta di serwerî û rêveberiyê de daye damezrandin, ku nirxên jiyana hevbeş û aştiya sivîl peyitandin e û tekez kiriye ku beşdariya Jin û bihêzkirina ciwanan faktorên sereke, di pêşketina civakan û geşepêdana wê de ne, Vê serpêhatiya ku hişt civak xwe bi xwe rêve bibe, stûna bingehîn a nenavendiyê, herwiha nimûneyeke ji bo Sûriya pêşerojê ye ku em hemû hêvî dikin.

Di vê salvegera girîng de, ku em xwegoriya şehîd û birîndaran û têkoşîna gelê Sûrî bi bîr tînin, em pabendbûna xwe bi piransîpên Şoreşa Sûriyê û Şoreşa 19ê Tîrmehê nû dikin, herwiha em pêwîstiya parastina yekîtî û serweriya Sûriyê tekez dikin û jibo hêzdana demokrasî, pirrengî û nenavendiyê dixebitin, karê me berdewam e ji bo bidestxistina hêviyên Sûriyê yên ji bo azadî, rûmet û dadmendiya civakî. Herwiha em bang li hemû beşên civaka Sûrî dikin, ku beşdarî avakirina projeyeke niştimaniya demokratîk bibin, daku pêşerojeke baştir di çarçoveya dewleteke Sûrî ya yekgirtî de, ava bikin.

Xebatên ji bo rûbirûbûna terorê bi hemû şêweyên wê berdewamin , ku pêwîstiyeke girîng tê çespandin, herwiha tê tekez kirin ku çareseriya ewlekarî bi tenê têrê nake ji bo çareserkirina kokên tundrewiyê. Di vê çarçoveyê de, em bang li civaka navnetewî dikin ku bi risteke aktîv beşdarî piştgiriya aramiyê li Sûriyê bibe û şerê tundrewiyê bi riya çareserkirina sedemên wê yên bingehîn bike, herwiha xebtandina ji bo afirandina şert û mercên guncaw ji bo çûna ber bi çareseriyeke siyasî ya domdar, ku têre hêviyên gelê Sûrî dabîn bike, herwiha pêşerojek bi ewle û bextewar ji hemû Sûriyan re misoger dike.

Rêwîtiya me ya ber bi Sûriyeke yekgirtî û demokratîk ve bi vîn û rijd berdewam e, vîna xurt ya gelê me bênavber bi biryar didome. Em di wê baweriyê de ne ku hevgirtina xebata hemû Sûriyan, herwiha piştgiriya dirist ya civaka navnetewî, dê pêkanîna dîtina me ya welatekî ku hemû Sûriyan di nava xwe de bigire zûtir bike. Ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneya afrîner e, ku li ser wê hêviyên gelê Sûriyê di azadî, dadmendî û rûmetê de, werin avakirin, di nava Sûroyeke ku rêzê ji cihêrengiyê bigire û mafên hemû pêkhateyên xwe biparêze.

19 Tîrmehê 2024
Meclîsa Sûriya Demokratîk

Add comment