Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Çapemeniyê

Serokê Amerîka yê berê û berbijarê, ji Partiya Komarî, Ji bo serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, ku dê di Mijdara 2024an de werin lidarxistin, Donald Trump. Roja Şemiyê di mîtîngeke hilbijartinê de rastî hewla kuştinê hat. Ku ew û hejmarek ji amadebûyan birîndar bûn.

Em li nivîsgeha ragihandinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, vê hewla kuştinê şermezar dikin, her wiha tekez dikin ku ev hewldan li dijî pirensîpên mirovî û exlaqî ye.

Her wiha em hemû cureyên tundûtûjiyê red dikin, ji ber ku cihê tundiyê di ti civakan de nîne. Her wiha divê bi hewlên hevgirtî rûbirûbûna tundiyê bikin û ji axaftinên ku provokasyon û rakêşana siyasî dûr bikevin.

Di dema em hevxemiya xwe bi Amerîka re radigihînin, em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û gelê Amerîkî re dixwezin, her wiha hêviya saxlemiyê ji birîndaran û Donald Trump, Serokê berê yê Amerîka re dixwezin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Add comment