Di nava alozîya Sûriyê û girêkên wê yên zêde de û li beramberî ragihandina desthilata li Şamê ya lidarxistina hilbijartinên zagonsaz di 15ê Tîrmehê de, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), dibîne ku ji erka wê ya niştimanî ye, ku bi şêweyek fermî helwesta xwe ji van hilbijartinan û dozên bingehîn ên girêdayî pêşeroja Sûriyê û daxwazên gelê wê, nîşan bide.
Di dema ku em baykotkirina xwe ji hilbijartinên zagonsaz ên çaverêkirî re radighînin, em daxwaz ji gelê Sûriyê û hemû hêzên niştimanî û demokratîk dikin ku beşdarî van hilbijartinan nebin. Herwiha em tekez dikin ku çareseriya siyasî ya giştî li ser bingeha biryara Konseya Ewlekariyê (2254), ew rêya derbazkirina alozîya Sûriyê û bidestxistina hêviyên gelê wê ye. Dîsa, em tekeziyê li ser girîngiya diyaloga Sûrî – Sûrî dikin, weke stûna serekî ya her çareseriyeke siyasî domdar, ku berjewendiyên hemû Sûriyan misoger dike.
Di vê çarçoveyê de, MSDê bang li civaka navnetewî dike ku fişarê li ser hemû aliyan bike, daku bi awayekî cidî tevlî çareseriya siyasî bibin û zemîna guncaw jibo veguhestina siyasî ya rasteqîn amade bikin. Herwiha em tekezî li ser pêwîsîtiya dabînkirina mercên serekî jibo her pêvajoyeke siyasî ya pêbawer dikin, di nav de jî: azadkirina girtiyan, misogeriya vegera ewle û dilxwazî ya penaber û koçberan jibo herêmên xwe yên resen, herwiha bidawîkirina hemû cureyên çewsandin û binpêkirinên li dijî sivîlan, peydakirina atmosferke siyasî û rojnamegerî ya azad û bêalî û bidawîkirina hemû şêweyên dagirkirinê li ser xaka Sûriyê.
MSD’ê pabendbûna xwe ya bibiryar jibo Sûriyeke yekgirtî û demokratîk nû dike, li ser bingeha rêzgirtina pirrengîyê, misogeriya mafên wekhev ji hemû pêkhateyan re û li gor sîstemeke nenavendî ku geşedana hevseng û dadmendiyê di dabeşkirina saman û desthilatê de, pêk tîne. Di vê çarçoveyê de em bang li tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk ên Sûrî dikin ku xebata xwe bikin yek, daku eniyeke nîştimanî ya berferh ava bikin, ku karibe nûnertiya hêviyên gelê Sûriyê bike û berevanîyê jiber mafên wan ên rewa ve bike.
Herwiha MSD’ê tekez dike ku ew amade ye jibo beşdariya di her însiyatîfeke cidî de bi armanca veguhestina siyasî ya rasteqîn, pêk were, daku sîstemeke demokratîk ku nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê dike, were damezrandin. Em hewlesta xwe radigînin, ku em pabendî têkoşîna gelê Sûriyê jibo azadî, rûmet û dadmendiyê ne, herwiha em bang li civaka navnetewî dikin ku piştgiriyê bidin mafên gelê Sûriyê di destnîşankirina çarenivîsa xwe de û avakirina pêşeroja xwe bi vîna xwe ya azad.
13 Tîrmeh 2024
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


