Duh, Duşemê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîna xwe ya hevrêziya asayî lidar xistin, ku taybet bû, jibo nirxandina pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî li Sûriyê û herêmê, her wiha şopandina rêgeha diyaloga heyî bi rêveberiya nû ya Şamê re.
Di civînê de rewşa meydanî û siyasî ya welat hate gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya xebata jibo bihêzkirina aramiya ewlekarî û siyasî bi taybetî di çarçoveya astengiyên zêde yên li deverê tên kirin. Her wiha li ser giringiya berdewamiya diyalogê bi Şamê re tekezî hate kirin û hewldana ji bo bidestxistina encamên berçav, ku tevkariya dîtina çareseriyan jibo aloziyên mayî, bike, bi awayekî ku maf û berjewendiyên hemû pêkhateyên Sûriyê misoger bike.
Amadebûyan li ser xurtkirina xebatê ji bo lidarxistina rêze civînên xwecihî li bajar û bajarokên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bi armanca tevlîkirina hemû pêkhateyên civakî di pêvajoya siyasî de û misogerkirina ku encamên diyalogê, nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên herêmê bike, li hev kirin .
Her wiha tekezî li ser giringiya diyaloga heyî a niha, bi Şamê re hat kirin. Di vê çarçoveyê de, civînê tekez li ser wê yekê kir, ku ev diyalog divê ser bikeve, bi rêya dîtina çareseriyekê ji bo hûrgilî û mijarên tên gotûbêjkirin, bi rêya rêkeftinekê daku gihîştina mekanîzmayeke guncaw a cîbicîkirinê, wek tevlêkirina saziyên leşkerî û rêvebiriyê were kirin, her wiha tekez li ser pêwîstiya destnîşankirina amûrên guncaw jibo pêkanîna têgihiştinên li ser van mijaran hate kirin.
Her wiha civînê mijara agirbestê hat guftûgo kirin, ku weke pêngavek girîng bo dabînkirina pêşkeftina di diyalogê de hate nirxandin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku pêkanîna aramiyê li ser erdê, dibe alîkar bo afrandina etmosfereke guncaw ji bo berdewamiya gotûbêjên siyasî û gihîştina lihevhatinên avaker. Di vê çarçoveyê de, amadebûyan bang li rêveberiya nû ya Dîmeşqê kirin, ku berpirsyariyên xwe li hember pabendbûna bi agirbestê ragire û gavên pratîkî yên ku cidiyeta wê di çûna ber bi çareseriyeke siyasî ya giştîger û dadmen de îspat bike, bavêje.