Meclîsa Sûriya Demokratîk
Civînek Sê Alî Di Navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Rêvebiriya Xweser Û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk De

Civînek Sê Alî Di Navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Rêvebiriya Xweser Û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk De

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke hevbeş li dar xistin, ku di civînê de pêşhat û bûyerên herî dawî yên li Sûriyeyê hatin guftûgo kirin.
Di axaftinên civînê de, tekezî li ser diyaloga bi rêvebiriya nû ya Dîmeşqê re, her wiha pêwîstiya rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.
Di encama civînê de, gelek biryar hatin standin, di nav de tekezî li ser pêwîstiya, ku aliyên navdewletî rola xwe bi fişarkirina li ser dewleta Tirk a dagirker de, ji bo gihiştina agirbesteke berfireh û erkdarkirina wê ji bo cîbicîkirina rêkeftinên ku di vê derbarê de hatine îmzekirin, bilîzin, her wiha pêwîstiya pêkanîna agirbestê, li ser hemû xaka Sûriyê.

Di civînê de hate tekezkirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wê bibin beşek ji pêvajoya siyasî û beşdarekî çalak di avakirina Sûriyeya paşerojê de, her wiha hate destnîşankirin ku her kes li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser va rêbaz û rêgehê dixebite.

Di civînê de amaje bi wê yekê hat kirin, pêwîstiya zêdekirina peywendiyan bi hemû pêkhateyên Sûriyê re, her wiha danîna peywendiyên bihêz bi wan re, bi awayekî ku eniya navxweyî bihêztir bike, da ku bi awayekî bihêz di geşedanên rojane yên li Sûriyê de rû didin çalak bibe.

Add comment