Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Rêgeha Sûriyeya Demokratîk Derbara Bûyerên Bakurê Sûriyê

Daxuyaniya ji Rêgeha Sûriyeya Demokratîk hatiye derxistin

Li gel geşedanên bilez li Sûriyê, ya herî dawî êrîşa Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û komên hevalbendên wê ji Idlibê, êrîşa herêmên Helebê û pêşveçûna wan ber bi Hemayê ve, ji ber kêmbûna hêzdariya Îranê û lawazbûna bandora Rûsiya di encama şerê Ukraynayê de, em xwe li ber qonaxeke krîtîk dibînin ku aramiya neteweyî dixe bin gefê û êşa gelê Sûriyê zêdetir dike.

Em di Rêgeha Sûriya Demokratîk de, di wê baweriyê de ne ku rejîm berpirsyarê yekem e, ji tiştên ku heta niha qewimîne û yên dibe ku werin qewmandin, bi taybet bi berdewamiya redkirina wî ji çareseriya siyasî re. Her wiha em kêfxweşiya koçber û penaberên Sûrî li her derê ji cîhanê ji hêviya vegera wan bo malên xwe têdigihêjin. Her wiha divê ev yek ji aliyê ti aliyên siyasî yên navxweyî û herêmî ve neyê bikaranîn.

Li ser bingeha berpirsiyariya xwe ya neteweyî û mirovî, em van xalan tekez dikin:

1- Parastina sivîlan û rawestandina armanckirina wan: Parastina sivîlan girîngiya yekem e û em hemû aliyan vedixwînin ku pabendiya yasayên navdewletî bikin, ku jiyana rûniştvanên  xwecihî biparêzin. Berdewamiya nakokiyên leşkerî û armanckirina sivîlan xizmeta berjewendiyên rejîmê û hevalbendên wê dike, bi taybet Îran, ku hewl dide va nakokiyê ji bo dirêjkirina kirîzê û pêkanîna armancên xwe yên herêmî, bikar bîne.

2- Derxistina hêzên leşkerî ji bajaran: Em daxwaz dikin ku ti hêzeke leşkerî li Helebê, bajar û bajarokên din nemîne û rêvebirî û ewlehiya wan ji xelkên wan re bê hiştin. Divê sivîl bên parastin, daku nekevin nav êgir û pêşî li dûbarekirina trajediyên berê bê girtin.

3- Redkirina çareseriyên leşkerî û aloziyê: Em redkirina xwe ji her çareseriyên leşkerî yên ku alozî û nearamiyê gurtir dikin, ji ber ku ev bijarde tenê xizmeta ajendayên derve dikin û ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ne, yê ku hêjî berdêlên herî giran dide.

4- Diyaloga Sûrî-Sûrî weke alternatîfa çekan e: Em banga destpêkirina insiyatîfa neteweyî ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî wekî rêgeheke alternatîf ji şer û gurkirina leşkerî re dikin. Diyaloga li ser yek maseyê, tekane rêya pêkanîna aramiyê û danîna bingehên Sûriyeya paşerojê.

5- Pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya giştî: Em tekeziya li ser cîbicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî daxwaza dikin, wek çarçoveyek ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de û bi beşdariya hemû aliyên Sûriyê. Ku rejîm berpirsê rewşa heyî ye, ji ber ku çareseriya siyasî red dike.

6- Piştevaniya penaberan di şert û mercên mirovî yên giran de: Di rewşa sermaya dijwar de, em zêdetirî 120 hezar penaberên herêmên Şehba li çolan dibînin. Em banga civaka sivîl û rêxistinên mirovî dikin, ku bi lezgînî destwerdanê bikin daku piştevaniya pêwîst ji wan re pêşkêş bikin û mafê wan ê jiyanek bi rûmet û dûrî trajediyên mirovî yên dubarekirî misoger bikin.

7- Hevgitina neteweyî ji bo rêgirtina li dubendiyê: Em banga hevgirtina hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dikin, parastina aramiya navxweyî li herêmên wekî Heleb û Şehba ku hertim bûne nimûneya jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cûrbicûr de.

8- Banga jibo civaka navdewletî: Em daxweza civaka navdewletî dikin, ku berpirsiyariyên xwe li hember gelê Sûriyê bigire ser milê xwe, her wiha destwerdana ji bo rawestandina aloziyê û rêgirtina li pêşiya her guhertineke demografî ya bi darazorê û jinavbirina nijadî bike.

Di dawiyê de, em tekez dikin ku berdewamiya şerê leşkerî xizmeta rejîmê û hevalbendên wê dike û êşa Sûriyan dirêj dike. Em piştgiriya her kedeke, ku ji bo sarkirina atmosfera di navbera Bakur-Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê de dikin û zêdekirina têgihiştin û hemahengiyê ji bo pêkanîna yekitiya Sûriyê û bidawîkirina stemkariyê, destpêkek ji bo avakirina dewleteke demokratîk, ku mafên hemûyan biparêze.

 

Sekretariya Giştî ya Rêgeha Sûriyeya Demokratîk

2 Çile 2024

Add comment