Meclîsa Sûriya Demokratîk
Şandeke Fermî JI Bakur Û Rojhilatê Sûriyê Gihişte Londonê

Şandeke Fermî JI Bakur Û Rojhilatê Sûriyê Gihişte Londonê

Şandeke fermî ya payebilind ji Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk di çarçoveya serdaneke çar rojî de gihîşt paytexta Brîtanya Londonê, bi armanca bihêzkirina piştgiriya navdewletî ji bo nêrîneke siyasî ya berfireh, ku aramî û demokrasiya paşeroja Sûriyê misoger dike.

Şande ji Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser birêz Îlham Ehmed û birêz Hesen Mihemed Elî hevserokê Nivîsgeha Pêwendiyan di Meclîsa Sûriya Demokratîk de, pêk tê.

Serdanê tekezî li ser mijarên sereke yên girêdayî rewşa siyasî û ewlekarî li Sûriyê kir, her wiha bal kişand ser ezmûna Rêvebiriya Xweser, wek nimûneya aramiyê li herêmeke ku bi dehan salan ji ber nakokiyan ji hevketiye. Di hevdîtinê de behsa êrîşên komên çekdar li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku Tirkiye piştgiriya wan dike û giringiya parastina van deveran ji bo misogerkirina berdewamiya rola wan weke stûna ewlehî û aramiyê li welat hate kirin.

Şande hewl dide nêrîna rêveberiya xweser a çareseriya siyasî ku li ser bingehê pêşxistina çareseriyên siyasî wekî alternatîfa rêbazê leşkerî ye, pêşkêş bike. Herwiha tekezî li ser pêwîstiya nivîsandina destûreke nû ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dike, tevî gelê Kurd misoger bike û hevkariyên navdewletî û herêmî bihêz bike ji bo pêkanîna aramî û aştiyê li Sûriyê.

Bernameya serdanê bi panelek diyalogê li Parlamentoya Birîtanya, bi amadebûna endamên revenda Sûrî û kurdî û parlamenterên parlemana Brîtanya dest pê kir, ku tê de geşedanên li Sûriyê û rola Rêveberiya Xweser di nivîsandina paşeroja Sûriyê de, wek welatekî democrat û piralî hatin gengeşekirin.

Şande beşdarî civîneke gotûbêjê li peymangeha Chatham House bû, ku tê de dîplomat, akademîsyen û siyasetmedarên navdar ên Ewropî û Ereb beşdar bûn, tê de ezmûna siyasî ya Rêvebiriya Xweser û rola wê di xurtkirina demokrasî û mafên mirovan li Sûriyê hate nirxandin. Şandeyê bersiva pirsên beşdaran da, ku tê de nêrîna xwe ya ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê û girîngiya vê ezmûnê weke nimûneyeke demokratîk a mayînde diyar kir.

Her wiha, şande bi kesayetiyên navdar re, di nav wan de Lord Maurice Glasman, ku bi piştgiriya xwe ya diyalogê li ser mijarên Rojhilata Navîn tê naskirin  û Andrew Mitchell, Wezîrê berê yê dewletê ji bo  geşedanên navdewletî re, hevdîtinên dîplomatîk pêk anîn. Gotûbêj li ser rêyên xurtkirina hevkarî û hevkariyên navdewletî ji bo piştgirîkirina aramiyê li Sûriyê hatin kirin.

Şande dê her wiha beşdarî şahiya bîranîna berxwedana dîrokî ya Kobanî bibe, ku dê li Londonê bi amadebûna berpirsên hikûmet û parlamentoya Brîtanya, dîplomatên Ereb û Biyanî, li gel endamên revenda Kurdî were lidarxistin.

Ev xebat di çarçoveya nêrîna Rêveberiya Xweser de tên ji bo damezrandina nimûneyeke demokratîk a piralî, ku rêzê ji cihêrengiya çandî û olî  re bigire û mafên mirovan li Sûriyê bi pêş bixe, di demekê de ku piştevaniya navdewletî ya zêde ji bo rola wê di rûbirûbûna terorê de û avakirina paşerojeke geş ji hemû Sûriyan re. Her wiha daxwaza rawestandina destwerdanên derve yên ku bûne sedema wêrankirina Sûriyê di dirêjahiya çardeh salên borî de.

Ev serdan pêngaveke serekî,  ji bo bihêzkirina pêgeha Rêveberiya Xweser di qada navdewletî de û çespandina hevkariyên ku piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û dadmendiyê dikin.

Add comment