Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi amadebûna hevserokatiya meclîsê birêz Leyla Qereman û birêz Mehmûd El-Mislêt, her wiha cîgirên hevserokatiyê û hevserok ên nivîsgehên meclîsê civiya.
Civîn bi nirxandina rewşa siyasî dest pê bû, amadebûyan diyar kirin ku nakokiyên li seranserî cîhanê her ku diçin Xurtir dibin, çi di navbera Ukranya û Rûsya de, an di navbera Îsraîl, Îran û hevalbendên wê yên di herêmê de be.
Hevserokatiya “MSD’ê” diyar kir, ku herêm ber bi guhertin û veguherînin siyasî ve diçe, her wiha hişyarî da ku herêm rastî metirsiyek rasteqîn tê û bandorên wê tenê li Sûriyê sînordar namîne.
Her wiha amadebûyan behsa êrîşên rejîma Sûrî li ser Dêrazorê kirin û hevserokatiyê got ku armanca wan têkdana ewlehî, aramî ya herêmê û nimûneya wê ya demokratîk e.
Her wiha hişyarî da rejîma Sûrî, ku pê pilanên dijminatiya herêmê nekeve û diyar kir ku “MSD’ê” bi tundî zimanê gefxwarinê yê ji aliyê Şamê ve tê bikaranîn, her wiha êrîşên wê li ser herêmê red dike.
Amadebûyan tekez kirin, ku êrîşên rejîma Sûrî û pêxwasên wî li ser Dêrazorê, rê li ber Tirkiyê vekir, ku êrîşên xwe li ser herêmên Bakur Rojhilata Sûriyê zêdetir bike, her wiha rê li ber DAIŞê vedike, daku çalakiyên xwe li herêmê zêdetir bike.
Hevserokatiya MSD’ê pesna helwesta êlên Ereb li Dêrezorê da û got ku wan bersiva rejîma Sûrî da, ku bi Sekna xwe li gel rêveberiya xwe û hêzên leşkerî rûbirûbûna pilanan kirin.
Beşdaran redkirin, ku xaka Sûriyê bibe qadeke qedandinê di navbera Îran û Amerîkayê de û bang li rejîma Sûriyê kirin ku rê li ber vê yekê veneke.
Têkildarî nêzîkbûna di navbera rejîma Tirk û desthilata Şamê de, beşdaran gotin ku her du alî di mijara dijminatiya Bakur Rojhilata Sûriyeyê de hevpar in û li ser mijarên mayî li hev nakin.
Her wiha beşdaran bal kişandin ser xwenîşandanên Siweydayê ku ber bi temambûna sala xwe ya yekem ve diçe, her wiha xwepêşandanên dijî Tirkiyê û Heyit Tehrîr El-Şam, Cebhit El-Nusra jî, li Bakurê Rojavayê Sûriyê.
Hevserokatiya “MSD’ê” tekez kir, ku çareseriya aloziya Sûriyê siyasî ye û “MSD’ê” vê yekê bi rêve dibe, her wiha balkişand li ser pêwîstiya parastina axaftina niştimanî ya Sûrî û tekezî li ser ser yekbûn û yekrêziya Sûriyan kir.
Paştre, desteya serokatiyê rewşa rêxistinî ya “MSD’ê”, astengiyên ku di xebatê de derdikevin, her wiha çawaniya dîtina çareseriyên guncaw ji wan re gotûbêj kirin.
Piştî guftûgoyên berfireh, desteya serokatiyê ya meclîsê çendîn derencam derbara civînê derxistin, ku herî girîng ev in:
Karkirina ji bo lidarxistina civînên birêxistinkirî bi armanca belavkirina hişmendiya nenavendîbûnê weke yek ji nêzîkatiyên herî girîng ji bo aramiyê û vegerandina yekitiya Sûriyê, her wiha lêvegera berdewamî derbara têgeha nasnameya niştimanî li Sûriyê.
Teqezî li ser giringiya diyaloga niştimanî ya Sûrî
Pêwîstiya yekrêziya hemû aliyên Sûrî û tekezî li ser dûrxistina Sûriyê ji nakokiyên navdewletî û herêmî.
Teqeziya rê nedana hêzên herêmî, ku şer derbasî xaka Sûriyê bikin, ku veguherînin qadeke derencama hesaban.
Tekez kir ku MSD ji hemû însiyatîfên çareserkirina aloziya Sûriyê re vekirî ye.
Teqezî li ser girîngiya lidarxistina kongreya hêz û kesayetên demokratîk di dema pêş de.
Lidarxistina civîna partiyên siyasî ji bo gotûbêjkirina pêşhateyên siyasî yên dawî.
Danîna pilansaziyê, ji bo her Nivîsgeh ji nivîsgehên meclîsê.
Civîn bi rêzgirtina ji hevseroka berê ya Meclisa Sûriya Demokratîk birêz Emîne Omer ji ber xebatên wê yên di nava Meclîsê de bi dawî bû.