Meclîsa Sûriya Demokratîk
MSD'ê, Rêveberiya Xweser û QSD'ê encamnameya Komxebata Êlan a 2' yem gotûbêj kirin

MSD’ê, Rêveberiya Xweser û QSD’ê encamnameya Komxebata Êlan a 2′ yem gotûbêj kirin

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) civîneke hevbeş pêkanîn, ji bo gotûbêjkirina derencam û pêşniyarên Komxebata 2′ yem a Yekitiya Niştimanî ya Êl û pêkhateyên Sûrî, ku di 25ê Gulana borî de, hatû li darxistin.
Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk birêz Leyla Qereman û Dr. Mehmûd El-Mislet, hevserokatiya Meclisa cîbicîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û endamên Meclîsa Fermandariya Giştî ya QSD’ê û endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin Rohilat Efrîn beşdarî civînê bûn.

Civînê girîntirîn daxwazên komxebatê gotûbêj kir, ku lêborîneke giştî, derheqê zindankiriyên Sûrî yên ku destên wan di rijandina xwînê de tuneye, bê derxistin, her wiha derxistina malbatên Sûrî ji kampa holê bi rêkirina geştên vegera Sûriyên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, bi rêya komîteyên şopandinê yên ku ji hêla Rêvebiriya Xweseriya Demokratik ve hatine sazkirin.

Her wiha di civînê de behsa rewşa xizmetguzariyan hat kirin, weke çandinî, xizmetkarî û avê, di dema ku zextên li ser Rêveberiya Xweser de tên kirin, her wiha dorpêça li ser herêmê û çawaniya bersivdana daxwazên welatiyan di beşên cûda de.

Hêjayî gotinê ye ku 2’yem komxebata Yekîtiya Niştimanî ya Êl û pêkhateyên Sûrî, di 25ê Gulana borî de li bajarê Hesekê hat lidarxistin, tê de zêdetirî 5 hezar kesayetên ji êl, ol, siyasetmedar … hwd, beşdar bûn.
Amadebûyan hejmarek ji pêşniyaran pêşkêş kirin, ya herî girîng ew bû ku destên wan ji bo aştiyê dirêjkirî ne û terorê red dikin, herwiha tekeziyê li ser şerê wê dikin û diyar dikin ku cudakariya li ser bingeha neteweyî, olî û zayendî napejirînin ku Sûriyê dewleteke yekgirtî û nenavendî ye û têra hemû Sûriyan ji hemû pêkhateyan dike.

Herwiha tekezî li ser derxistina lêborîneke ji bo yên ku destên wan bi xwîna sûrî ne bûne û yên ku hatine amadekirin û çaksazîkirin daku bikarin vegerin û di çarçoveya civaka xwe de tevbigerin, her wiha ji nûve xwendina mijara penaberiya hundirîn, çi li kampan an jî li civakên mêvandar, ji bo kesên ku bi dilxwazî daxwaza wan heye, ku vegerin cihê niştecîbûna xwe yê resen.

Her wiha daxwaza pêşxistin û dabînkirina xizmetguzariyên jiyana rojane li gorî derfetên berdest û pêdiviyên pêwîst dike û girîngî dayina sektora çandiniyê, samanên sewalkariyê û beşên din ên girîng.
Di pêşniyarên de, amadebûyan tekezî li ser giringiya şerê li dijî madeyên hişber kir, bi hemû rê û rêbazên pêkan, ji ber metirsiyên ku li ser paşeroja gelê Sûriyê dikin.

Add comment