Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Di derbara Hilbijartinên Meclîsa Gel ê Sûriyê de

Îro Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hilbijartinên Meclîsa Gel ê Sûriyê şopand, ku vîna Sûriyan nîşan nadin û nûnertiya hemû herêm û pêkhateyên welêt nakin. Berevajî wê, ew şanoyek siyas bû, ku ne layiqî dîroka Sûriyê ya dewlemend û qurbaniyên gelê wê yê ji bo avakirina Sûriyeyek nû li ser bingeha demokrasî, azadî û beşdariya rastîn têkoşiyan.

Van hilbijartinên şeklî, li şûna ku bibin gavek ber bi yekîtiya neteweyî û lihevhatina berfireh ve, parçebûna di nav civaka Sûrî de kûrtir kirin.

Sûrî daxweza hilbijartinên rastîn ên ku vîna wan diyar bikin û nûnertiya hemûyan bikin, dikin. Ku mafek neteweyî ye, dev jê nayê berdan an jî nayê paşguhkirin û stûnek bingehîn di pêvajoya avakirina dewletek demokratîk a yekgirtî de ye, ku li ser bingeha dadmendî, hemwelatîbûn û wekheviyê ji bo hemû Sûriyan e.

Her wiha ti pêvajoya hilbijartinê nikare rewa bibe, heya ku ew bi beşdarbûn û nûnertiya hemû Sûriyan, li hundir û li diyaspora, di bin çavdêriya navdewletî de ku dirustbûn û zelaltiyê garantî bike, li ser rêya bidawîkirina parçebûn û pêkanîna aştiyek dadmend û mayînde li Sûriyê.

5ê Cotmeha 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me