Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Çep a Kurd li Sûriyê civînek diyalogê li dar xistin; ji bo gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên di warê siyasî de, bi beşdariya rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî û navdarên eşîran li navenda “MSD” a bajarê Hesekê.
Dr Hisên Ezam berpirsê nivîsgeha têkiliyên MSD li Cizîrê, rewşa niha û lezbûna bûyeran, rave kir bi destpêka normalîzekirina Ereban bi desthilata Şamê re, bi dawî bi konferansa Astana û rola piştgirên wê di berdewamiya kirîza Sûriyê de, destdirêjiya Tirkiyê li ser herêmê.
Ji aliyê xwe ve endam polîtbîroya Partiya çep a kurd li Sûriyê Mihemed Salih Ebdo li ser encamên şerê Rûsiya û Ukrayna û bandora wê li ser derketina hevbendiyên nû û blokên neçaverêkirî, di nav de rêkeftina Siûdî û Îranî û vegerandina pêwendiyên di navbera wan de axivî.
di konferansa Astana ya bîstemîn de, wî Ebdo got, ku “hemû arasteyên wî dijminatiya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk bûn”, û Mihemed Salih Ebdo êrîşên dubare li ser sivîlan di van demên dawî de nirxand, ku ew bi awayekî ne eşkere hatine pejirandin û piştgirî kirin, ji aliyê garantorên konferansa Astanayê.
Ji aliyê xwe ve jî rêvebirê di yekîtiya rewşenbîrên herêma Cizîrê de Ebdulwehab Pîranî ve, got ku heta niha jî kota di navbera welatên sponser ên Astanayê yên wek Îran, Rûsya û Tirkiyê de hene, ev jî rewşeke siyasî ya dijwar pêk tîne ku pêwîstî bi xebat û hewleke mezin ji Rêveberiya Xweser heye, û çareserî bi îradeya rasteqîne ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girêdayî ye li ser çareseriya siyasî li ser bingeha diyaloga Sûrî-Sûrî ku bû û niha jî heye, ew nexşerêya yekane ye ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê.
Şêx Abdullah Telaa Nûnerê Eşîra Begara Xelef El-Telaa jî banga piştgirîkirina êl û eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destekê bidin pêngava Rêveberiya Xweser û avakirina bendaveke bênavber li dijî binpêkirinên dewleta Tirk, li ser hemû aliyên siyasî û eşîrî û mezhebên cuda ku desteyek yekalî di bin sîwana Meclisa Sûriya Demokratîk de ava bikin û piştgiriya wê di hemû hewlên wê de ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ku aştiya sivîl û yekîtiya xaka Sûriyê garantî bike.
Aliyên siyasî û eşîrî û pêkhateyên cuda daxwaza avakirina yek desteyek di bin sîwana Encûmena Sûriyeya Demokratîk de dikin û piştgiriya wê dikin di hemû hewlên wê de ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ku aştiya sivîl û yekîtiya xaka Sûriyê garantî bike.
Meclisa Sûriya Demokratîk û partiyên siyasî yên pêkhateyên kar dikin ji bo dîtina xalên hevbeş ji bo hêz û kesayetiyên Sûriyê Demokrasiya ku baweriya wê bi çareseriya siyasî bi rêya diyalogê heye ji bo gihiştina Sûriyeke nû.
Add comment