Meclîsa Sûriya Demokratîk
Wezîrê Tenduristiyê Yê Brîtanya Bi Bijîşkên Bakur Û Rojhilatê Sûriyê Re Astengiyên Tenduristiyê Gotûbêj Dike

Wezîrê Tenduristiyê Yê Brîtanya Bi Bijîşkên Bakur Û Rojhilatê Sûriyê Re Astengiyên Tenduristiyê Gotûbêj Dike

Wezîrê Tendirustiyê yê Birîtanya Wes Streeting, pêşwaziya şandeke bijîşkên Kurd ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ku ji aliyê gurûpa Kurd bo kar (Kurds for Labour) û bi amadebûna nûnerê Meclîsa Sûriya Demokrat li Brîtanya Dr Mehamad Mustafa hate organîze kirin.

Di civînê de wezîr li ser rewşa tendirustiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengiyên rûbirûyî pişka bijîşkî dibin li herêmê, her wiha bandora rewşa siyasî û ewlekarî li ser xizmetguzariyên tenduristiyê guhdarî kir.

Piştî civînê wezîr sifredanrk şîvê li dar xist û tê de nêrînên li ser rêyên hevkariyê yên ji bo piştgirîkirina pişka tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin gotûbêjkirin,

Di dawiya civînê de, Streeting pêzanînên xwe ji bo kedên bijîşkan nîşan da û bal kişand ser giringiya berdewamiya diyalogê û tekezî li ser niyeta xwe ya lidarxistina civîneke din bi rêya nûneratiya Meclîsa Sûriya Demokratîk li Birîtanya kir, ji bo gotûbêjkirina mekanîzmayên piştgiriya tenduristiyê bi awayekî berfirehk

Follow Me