Meclîsa Sûriya Demokratîk

Destpêkirina xebatên “Civîna Diyaloga Jinên Sûriyê” li bajarê Helebê

Xebatên civîna diyaloga jinên Sûriyê ku ji aliyê Kombenda Çandî ya Helebê ve tê organîzekirin, îro Înê 28ê Cotmehê bi sernavê “Jin û Veguhestina Demokratîk li Sûriyê” li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dest pê kir.
Girseyeke fireh ji kesayetiyên femînîst ên sûrî ji bo gotûbêjkirina çend mijaran civiyan, bi taybet nasnameya niştimanî ya Sûriyê ya berfireh û rola jinên Sûriyê di veguhertina demokratîk ber bi nenavendîbûnê de, bi beşdariya zêdetirî 55 kesayetiyên femînîst ji parêzgeh û herêmên Sûriyê yên cihê, ligel beşdarbûna hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer û Nûnera hevrêziya ofîsên Jinan yên MSD Menal Hec Elî û nûnerên partiyên siyasî û xebatên jinan.

Civîn bi xêrhatina rêveberiya hevbeş a Kombenda Çandî ya Helebê Leyla Xalid dest pê kir û tê de behsa giringiya vê civînê ji ber rewşa siyasî, aborî û civakî û rewşa aloz li Sûriyê û encamên wê li ser hemû pêkhateyan kir.
Wê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ciwazî û nakokiyên navneteweyî di nasnameyê de xuya dibin û rê û xebata li ser lihevhatina niştimanî dişkînin, ku nakokiyên di nav welat de gurtir dike, û ev yek di kirîza Sûriyê de diyar bû, ji ber vê yekê em wek desteyek çandî, ji bo bihêzkirina eniya navxweyî û lawazkirina argumana destwerdanên derve, biryar hat dayîn ku ev civîn were lidarxistin û mijarên avahî û bingehîn werin nîqaşkirin.”

Leyla bal kişand ser nêrîna jinê ya pêşeroj û rola wê ya dîrokî di avakirina nasnameya neteweyî de û got, “Di serdema me ya îroyîn de jin ji avakirina nasnameyên neteweyî nayên dûrxistin. Armanca vê civînê vegerandina dîrokê li ser rêya xwe ya xwezayî ye. rola jinê ya dîrokî û pêşengiya civakê.”

Karê dîyaloga jinan dê du rojên li pey hev berdewam bike, tê de dê li ser yekkirina nasnameya niştimanî ya Sûrî, û rola jinan di veguhertina dîmuqratî de ber bi nenavendîbûnê ve biaxivin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kombenda Çandî ya Helebê di 5-6ê Tebaxê de Civîna Şêwirmendiya Helebê lidar xist, têde 35 delege û kesayetî ji parêzgehên cuda yên Sûriyê, di nav de rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û dîplomat, tevî nûnerên hejmarek ji rêxistinên hêzên niştimanî yên demokratîk, beşdar bûn.

Follow Me