Meclîsa Sûriya Demokratîk

Emîna Omer: Divê Jin ji bo çareseriya aloziya Sûriyê di siyasetê de xwedî rol û beşdariyeke rastîn be

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer di civîna diyaloga jinên Sûriyeyê ya li bajarê Helebê de wiha axivî; Li ser kirîza Sûriyê û sedemên ku bûne sedema dirêjbûna kirîzê û zêdekirina kêşeya Sûriyê. Wê eşkere kir ku ji destpêka kirîza Sûriyê ve, hin alî hîn jî bi çareseriya leşkerî ve girêdayî ne, ku bûye sedema wêranî û kuştina zêdetir, û bi vî awayî çareseriya siyasî ya ku hemû gelê Sûriyê dixwazin, dereng xist.

Wê bal kişand ser girîngiya berdewamkirina hewldanan ji bo çareserkirina aloziyê, bi taybetî jinên Sûriyê, ji ber ku jin herî zêde êş û azarê dikişîne, lewra divê nêrînek rast ji hemû jinên Sûriyê re were pêşkêş kirin da ku çareseriya guncaw ji kirîza Sûriyê re bibînin.

Her wiha behsa bêwatebûna çareseriyên ku ji derve tên pêşkêş kirin kir, ji ber ku ew bi ajanda û armancên dûrî çareseriya ku Sûriyê dixwazin ve girêdayî ne.
Di dawiya axaftina xwe de, wê daxwaza berdewamiya ragihandinê û avakirina destpêşxeriyan kir, da ku rola jinan di hemû waran de bi rastî hebe, ji ber ku di serdema rejîmên li pey hev de hatine kêmkirin.

Follow Me