Komîteya Têkiliyên MSD li Dêra Zorê, bi hevkariya Rêxistina Însaf, komxebatek ji bo partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û kesayetên serbixwe yên li herêma rojhilat li dar xist, ji bo nîqaşkirina kêşeyên li pêşiya pirsgirêka Sûriyê piştî 12 salan ji krîza Sûriyê.
Komxebat ji aliyê Endama Ofîsa Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk Enes El-Marfû ve hat destpêkirin û wiha got: “Pirsgirêka Sûriyê îro di qonaxeke dijwar re derbas dibe, ji ber ku çend alî hewl didin wê ji holê rabikin û dawî bi berdewamî û armancên Sûriyê bînin.” Gelê Sûriyê ku 12 sal in ji bo bidestxistina wê têdikoşe.”
Derbarê kiryarên Tirkiyê yên li Bakurê Sûriyê de jî, El-Marfû destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê sûcên herî hovane li dijî gelên herêmê yên li herêmên dagirkirî yên weke kuştin, koçberkirin, cih û warên xwe û guhertina demografîk pêk tîne û got ku ev dagirkerî dixwaze îradeya gelê Sûriyê bişkîne û armancên şoreşa wan bi dawî bîne bi piştgiriya komên îslamî yên radîkal ên Nusra û yên din ên ku weke terorîst tên binavkirin.
El-Marfaa anî ziman ku divê hemû aliyên opozîsyonê yên rast dev ji nakokiyan berdin, parçebûnê bi dawî bikin û li ser yekrêziya rêzên Sûriyê kar bikin.
Endamê ofîsa têkiliya got jî ku “Meclisa Sûriya Demokratîk li ser bingehê hevkarî û yekrêziyê dûrî dûrxistinê kar dike ji bo danasîna siyasetên ku daxwaza diyaloga niştimanî Sûrî-Sûrî û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê dike, û divê hemû alî, li dora wê bicivin, ji ber ku ew projeyek demokratîk, netewî û rizgarîxwaz ji bo Sûriyeya tê xwestin temsîl dike.
Ji aliyê xwe ve, amadebûyan li ser gelek kêşeyên ku rûbirûyê doza Sûriyê bûne, wek kirîza aborî û derûniya rêjîmê, ji bilî komployên ku ji bo têkbirina pirojeya demokratîk û bikaranîna rê û rêbazên curbicur li dijî wê, ji dijminatî, şerê avê, astengkirina alîkariyan û yên din gotûbêj kirin.
Di dawiya komxebatê de, pêşniyar hatin pêşkêşkirin, ku ya herî girîng destpêkirina diyaloga Sûriyê bi armanca lihevkirina li ser stratejiyeke niştimanî, têkbirina planên dagîrkerî û koçberkirina bi darê zorê, yekkirina aliyan bi pêkhateyeke nûneran re, vekirina destan bo têkiliyên civaka Ereban re, destpêkirina destpêşxeriya û danûstandina bi rêxistinên civaka sivîl û saziyên navneteweyî re ji bo danasîna pirsgirêka Sûriyê.