Buroya Têkiliyên Meclîsa Sûriya Demokratîk-Navenda Efrîn -Şehba bi boneya heftemîn salvegera damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk semînerek di bin navê “Hêzên Sûriya Demokratîk, Garantiya Hevgirtina Niştimanî û Guhertina Demokratîk” lidar xist roja Çarşemê 12 Cotmehê, li hola Axîn a Çand û Hunerê ya navçeya Fafîn a gundewarê bakurê Helebê.
Di sempozyûmê de partî û baskên siyasî yên herêma Efrînê, saziyên rêveberiya xweser, kesayetiyên Efrînî û Şehbayê û kesayetên serbixwe ji hemû pêkhateyên civakê beşdar bûn.
Sempozyûm bi xêrhatina endamê Ofîsa Têkiliyên MSD`ê Cemal Reşîd dest pê kir û bixêrhatina beşdaran kir û rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk di parastina hemû pêkhateyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wan di yekxistina hêzên Sûriyê de bilind nirxand, ku pêkhateyên herêmê di yek xendek de li dijî dagirkeriya Tirkiyê û komên tundrew ên weke DAIŞ û komên din ên terorîst gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê dikin armanc.
Paşê di sempozyûmê de gotarek hat pênasekirina Hêzên Sûriya Demokratîk weke hêzên niştimanî yên Sûriyê ku ji hemû gelê Sûriyê hatiye avakirin, û diyar kir ku wan baweriya hemû aliyên navxweyî û derve bi rola xwe di şerê li dijî terorê de û parastina hemû gelê Sûriyê bi rêveberiya lihevhatî bidest xistiye, ku gelên herêmê û naskirina mafên hemû pêkhateyan weke çareserî ji bo gihiştina Sûriyê welatekî piralî, demokratîk, ne navendî ye.
Di heman demê de, amadebûyan bi yekdengî li ser rola Hêzên Sûriya Demokratîk di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê û şiyana wan ya şikandin û pûçkirina komployên ku ji bo parçekirina xaka Sûriyê dihatin çêkirin û hîn jî têne kirin, ku ji dagirkeriya dewleta Tirk tê bo têkdana projeya demokratî.
Wan rola xwe ya erênî di pirosesa diyalogê de bi hemû pêkhateyên gelê Sûriyê re ji bo avakirina navokeke niştimanî ya bingehîn a Sûriyê ji hemû gelê xwe re tekez kirin, û ev hêz garantiya yekîtiya xaka Sûriyê û rizgarkirina wê ji hemû dagîrkeran in, ku ew ê bi her awayî piştgiriya wan bikin.
Semîner bi axaftina endamê desteya serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk Mihemed Elî Hesen bi dawî bû û tê de berxwedana qehremanane ya Hêzên Sûriya Demokratîk li rûbirûbûna hemû kêşeyan û gihiştina Sûriyê bi sîstemeke piralî, demokratîk û nenavendî bi dawî bû.
























