Meclisa Sûriya Demokratîk û Têkiliyên Derve di Parlamentoya Awûstûryayê de kirîza Sûriyê û hewlên çareserkirina wê ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê li gorî rêyên navdewletî û hewlên Sûriyê gotûbêj kirin.
Endamê Buroya Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk Selah Ferho li paytexta Awûstûrya Viyênayê bi endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Awusturyayê û Berdevkê Partiya NEOS’ê ya ji bo têkiliyên derve birêz Helmut Brandstetter re hevdîtinek pêk anî.
Her du alî li ser riyên çareserkirina kirîza Sûriyê gotûbêj kirin û tekez li ser giringiya çareserkirina wê bi rêya diyalog û danûstandinê di navbera Sûriyê de kirin ji ber kêşeyên navçeyî û navdewletî yên ku li navçeyê bi giştî rûbirûyê wê dibin.
Di civînê de her wiha kêşeyên ewlekarî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber destwerdanên Tirkiyê û gefên wê yên berdewam li ser herêmê ku rûbirûyî rêxistina terorîst a herî metirsîdar a ku aştî û ewlehiya navdewletî dixwe û heta niha jî heye, hatin gotûbêjkirin.
Endamê Têkiliyên MSD`ê wêneya rewşa ewlehî û aborî ya ku herêm ji ber berdewamiya metirsiya rêxistina terorîst a DAIŞ`ê tûşî wê bûye, ji bilî kêşeyên ku li ser herêmê di rêya kampa Holê re rû bi rû maye, ku bi hezaran kes tê de hene, ragihand, ew malbatên dijîn, ku piraniya wan mîrateyên DAIŞ’ê ne.
Her du alî li ser projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevahengiya wê bi rewşa Sûriyê re, ku bi pirrengî û piralî ve girêdayî ye, û di heman demê de pêwîstiya wê bi piştgirî û alîkariya civaka Ewropî bi giştî û bi taybetî Avusturya gotûbêj kirin.
Ji bo ku ji nêz ve rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweser were dîtin; endamê têkiliyên MSD birêz Brandstetter vexwendibû ku serdana wê bike û wî jî bi xêrhatina wê kir û tekezî li ser giringiya agahdarkirina civaka Ewropî li ser vê ezmûnê û piştgiriya wê kir.