Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Xanim Îlham Ehmed li gel nûnerê bilind ê Amerîka bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêz Nicholas Granger civiya û rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û bakurê Sûriyê , û bi taybetî Rojhilatê Sûriyê û rêyên berfirehkirina hevkariyê li ser asta siyasî gotûbêj kirin.
Xanim Elham Ehmed, rewşa siyasî ya niha li meydana Sûriyê nirxand, û wê amaje bi hewlên bêwestan ên Meclisa Sûriya Demokrat kir ji bo nêzîkkirina nêrînên aliyên curbicur ên Sûriyê, û giringiya piştgiriya riyên çareseriyê û destpêşxeriyên niştimanî yên Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve nûnerê hikûmeta Amerîkî tekez kir ku Washington bi erênî li danûstandinên Sûrî-Sûrî dinêre û piştgiriya wan dike, û amaje bi giringiya rola hemû aliyên sûrî û pêwîstiya beşdarbûna nûnerên hemû aliyan di danûstandinên navdewletî de û rêyên çareseriyê re kir.
Herwiha tekezî li ser piştevaniya hikûmeta xwe ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk re di şerê li dijî terorê de kir, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya operasyona ewlekarî li hundirê kampa Holê kir ji bo piştgirîkirina hewlên pêkanîna ewlehiyê li tevahiya herêmê. û herwiha tekezî li ser piştevaniya hikûmeta welatê xwe ji bernameyên piştevaniya aramiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê kir, ku dê bibe sedema peydakirina jîngeheke guncaw ji bo sermayeguzariyê li herêmê, ku rê li ber rêxistina terorîstî bigire ku careke din xwe venejîne.