Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya dawî ya “Hevdîtina Şêwirmendiya Reqayê”

Komek ji nûnerên hêzên siyasî û civakî û kesayetiyên siyasî yên serbixwe yên Sûriyê li ser vexwendina Komîteya Amadekar ji bo Konferansa Hêz û Kesayetiyên Demokratîk li Sûriyê “Hevdîtina Şêwirmendiya Reqayê” ji bo diyalog û gotûbêjê li ser pêwîstî û giringiya kongreyê civiyan, derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê û li ser giringiya pêkhatina nasnameya niştimanî ya Sûriyê ya berfireh û konsepta nenavendîbûnê, di heyama du rojan de, 2 û 3ê Êlûna 2020an.

Di rûbirûbûna karesata Sûriyê de ku zêdetirî deh salan dirêj kiriye, û li hember vê qonaxa bingehîn a şoreşa Sûriyê ku hevdem e ligel geşedanên dramatîk û geşedanên ku cîhan di qada navneteweyî û herêmî de şahidiyê dike, berpirsyarî ye ji Sûriyan destpêşxeriyê bikin û dîtinên xwe bikin yek ji bo rizgarkirina welatê xwe ji karesat û trajediya mirovî ya heyî.

Kongireyan tekezî li ser giringî û pêwîstiya çareseriyeke siyasî li gor biryarên Netewên Yekgirtî kirin, û tekezî li ser pêwîstiya komkirina hêzên demokratîk yên Sûriyê û niştimanperwer û peydakirina nerîneke zelal û lihevhatî kirin, daku bibe xwedî giraniyeke bibandor di her cure çareseriya niştimanî ya Sûriyê.

Herwiha li ser xetên giştî û berfireh li ser giringiya pêkhatina nasnameyeke niştimanî ya Sûriyê lihevhatin, ji ber ku ew pêwîstiyeke lezgîn e ji bo Sûriyê, û ew pêngava yekem e ji bo bidestxistina aştiya civakî ji aliyekî ve û ji aliyê din ve, ew girêdana komî ya hemû Sûriyan e, koka wê ye civakî û çandî ye û hebûna wê bi destûr û yasayan weke armanceke bingehîn tê xuyakirin.

Herwiha tekezî hat kirin li ser giringiya balkişandina li ser gotara siyasî û medyayî hate kirin ku têgeha nasnameya hevdem dipejirîne weke banek ku cihêrengiyên neteweyî, etnîkî, olî û heta mezhebî li Sûriyê tîne cem hev, li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û azad (mafên kesî û kom) û ne li ser bingehê tevlîbûna bi zorê.

Di derbarê Nenavendiyê ya li ser bingeha erdnîgariyê de, bi giştî li ser girîngiya pejirandina têgeha nenavendîbûnê wekî sîstemek rêveberî û wekî xala ketina çareseriyê li Sûriyê hate pejirandin, nemaze ku nenavendî bi rastî alîkariya pêşketina welat misoger dike ku zulm venegere.

Beşdaran li hev kirin ku rewşa modela Rêveberiya Xweser bi erênî û nerêniyên wê vekolin û wê pêş bixin da ku bibe danasîna Sûriyeya paşerojê bi awayekî ku Sûrî li ser razî bin.

Di dawiyê de li ser girîngiya berdewamkirina diyalog û gotûbêjan bi hemû hêz û kesayetên demokratîk re bêyî ku van têgehan di asteke berfireh de ji holê rakin û girîngiya parvekirina nêrînên di vê forûmê de bi Hevdîtina a Şêwirmendiya Stokholmê ya ku dê bê re were kirin, hate destnîşankirin.

Reqayê
3 Êlûnê 2022

Hevdîtina Şêwirmendiya Reqayê

Follow Me