Meclîsa Sûriya Demokratîk

Buroya Jinê ya MSD’ê şoreşa 19’ê Tîrmehê bi bîr tîne

Îro, Pêncşemê, 21’ê Tîrmehê, Buroya Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk, dehemîn salvegera destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê bi bîr anî, ku ev şoreşa dirêjkirina şoreşa Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, bi berxwedana Kobanê ji bajarê Kobanê dest pê kir û bajar û bajarokên cuda yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li xwe girt.

Ev yek hat bi riya semînerekê ku Meclisê li hola civînan a bajarê Reqayê li dar xist, ji aliyê komek jinên siyasetmedar, nûnerên partiyan, rewşenbîr û endamên payebilind ên gelek saziyên bajêr ve hate gotin.

Meclisê destnîşan kir ku vê şoreşê gelek destkeftî bi dest xistine ku ya herî girîng xwedîderketina li gelên herêmê û hemû mezheb, netewe û pêkhateyên wan ên biryarê û bidestxistina mafê azadî û derbirînê ye, bi rêbazeke demokratîk û hevgirtina wan ji bo têkbirina hêzên tundrew û terorê û çûna ber bi avadankirinê re li kêleka rizgariyê bi avakirina pêkhate û saziyan ku bi ragihandina Rêveberiya Xweser û xwerêveberiya gel bi xwe bi dawî bibe û ezmûnek pêşketî di rêveberinê de peyda bike.

Meclisê herwiha destnîşan kir ku bi helkefta derbasbûna salvegera şoreşê re, hewldanên welatên piştgirê terorê ji bo têkbirina van destkeftiyan û têkbirina destkeftî û nirxên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê, endama Buroya Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk Fatima El-Mihemed got: Şoreşê dikarîbû ji bo neteweya demokratîk li seranserê Rojhilata Navîn bibin nimûne. El Mihemed her wiha got, “Tirkiye ev demeke çeteyên xwe kom dike, çekên giran tîne û li dijî destkeftiyên gelê me seferber dike, ev yek jî rê li ber çareseriyê digire û temenê aloziya Sûriyeyê dirêj dike.”

El-Mihemmed bal kişand ser jinê û rola wê û got, “Çawa ku koletiya jinê kûrtirîn koletiyê ye, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a azadî û wekheviyê.” Wê nimûne gotin wek Arîn Mîrkan û Rîvana, ku bi operasyonên xwe yên fedayî kirin, bû sedemek ku jinên Şehba, Minbic, Heleb, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê piştî rizgarbûna ji çeteyên DAIŞ’ê xwe birêxistin kirin û jinan di qadên cuda yên jiyanê de cih girtin. Di dawiya axaftinê de jinên amade beşdariya hemû pêkhateyên civakê di vê şoreşê de û pêwîstiya eşkerekirina destkeftiyên wê di demên cuda de nîqaş kirin, û derbasbûna wê pîroz kirin, û biryardarin ku destkeftiyên xwe bidomînin û daxwazên gel ji bo pirdengî, demokrasî û nenavendîbûnê bi cih bîne û rûbirûbûna hemî hewildanên dijminane, yên ku bîranîna wê derfet dibîne da ku lê bixe.

Follow Me