Siyasetmedarekî Kurd diyar kir ku gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê rastî nerazîbûnên Ereb, herêmî û navdewletî hat û amaje bi wê yekê kir ku çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re dê rê li ber armancên Tirkiyê bigire, ku niha beşeke mezin ji Bakurê Sûriyê dagir kiriye.
Di hevpeyvînekê de ligel Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Ibrahîm, wî behsa şert û mercên herêmî û navdewletî yên ku gefên Tirkiyê li ser herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, kir ji bo îdiayên Tirkan.
Got: armanca gefên Tirkiyê ku li benda erêkirina navdewletî ne, xistina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet gelê Kurd e û tekezî li ser wê yekê kir, ku Tirk naxwazin gelê Kurd bi ser bikevin di paşeroja welat de ti destkeftiyan bi dest nexin.
Siyasetmedarê Kurd amaje bi wê yekê jî kir, ku hincetên operasyona Tirkiyê ji aliyê serokomarê Tirkiyê ve, nekarîn aliyên navdewletî û herêmî yên beşdar di pirsa Sûriyê de razî bikin, di demekê de ku Waşington û Mosko gefa pabendbûna Tirkiyê bi rêkeftinên ku Enqere di sala 2019ê de îmze kiribûn di payîza 2019’an, piştî dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê spî.
Li ser helwesta Ereban a li ser gefên Tirkiyê jî Îbrahîm got, “Redkirinek ji aliyê hevpeymaniya navdewletî û Ewropa û Ereban heye, bi taybetî Misir û qada Erebî bi giştî.”
Sekreterê Partiyê amaje bi wê yekê jî kir, “Pêwendiyên cidî yên serkirdeyên siyasî yên MSD û aliyên siyasî bi hemû hêzên çalak ên dosya Sûriyê re hene, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, koalîsyona navneteweyî û Federasyona Rûsyayê dest pê dike ji bo pêşîgirtina li Tirkiyeyê.”
Ibrahîm di wê baweriyê de ye ku ji nû ve destpêkirina diyalogên navxweyî di navbera Sûriyan de, nemaze diyaloga Kurdî/Kurdî, ji bo gihandina “referanseke bilindtir” ku îradeya gelê Kurd li Sûriyê temsîl dike, ligel diyaloga Sûrî/Sûrî bi giştî, û ji bo gihîştina têgihiştinên berfirehtir di asta niştîmanî de ku rê li ber çareseriyeke siyasî li welat veke.
Li gor sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî), çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re, bêyî beşdariya bi bandor a hemû hêzên Sûriyê, nemaze Meclisa Sûriya Demokratîk, ku hewla komkirina gotina Sûriyê dide, pêş nakevin û di Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî de daxwazên gelan pêk bînin.
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) yek ji pêkhateyên siyasî yên MSD ye, ku bi dehsalan e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya naskirina destûrî ya mafên xwe yên neteweyî li gorî pîvan, peymanên navdewletî û têdikoşe bo erêpêdana bi mafên hemû pêkhateyên din li Sûriyê di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî, demokratîk û piralî de.