Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD’ê civîneke diyalogê li ser bandorên rewşa navdewletî û herêmî li ser krîza Sûriyê li dar dixe

Meclisa Sûriya Demokratîk civîneke diyalogê li ser “Bandorên rewşa navdewletî û herêmî li ser kirîza Sûriyê” bi beşdariya siyasetmedar û nûnerên çalakiyên civakî li bajarê Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê, lidar xist.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê û hevrêzkarê giştî yê Tevgera Çep a Sûriyê li Sûriyê Giyas Naîsa, axivî li ser qeyranên navdewletî, guhertinên ku cîhan dibîne, hevrikiya di navbera welatên mezin de û qeyranên aborî yên ku li tevahiya cîhanê belav bûne û bandora wan li ser Sûriyê bi taybetî li bakur û rojhilatê Sûriyê.

Naîsa di dirêjahiya gotara xwe de bal kişand ser rewşa xirab a ku gelê Sûriyê tê de li cihên curbicur dijîn û rola hêzên demokrat, civakî û çepgir li Sûriyê û derveyî Sûriyê û kar ji bo kêmkirina bandorên navdewletî û herêmî li ser rewşa Sûriyê.

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Pêwîste hêzên niştimanî hêzên xwe bikin yek û rêyeke hevbeş ji bo derketina Sûriyê ji van qeyranan û şert û mercên xirab ên ku gel tê de dijîn û veguhertina Sûriyê ber bi welatekî yekgirtî û demokratîk û bi hikûmeteke nenavendî ve, li ser bingeha ezmûnan diyar bikin, xwe dispêre Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo hemû hêzên evîndar, ji bo azadî, demokrasî û dadmendiya civakî li Sûriyê û cîhanê, divê bibe bingeh.

Naîsa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin weke ezmûneke bêhempa bi nav kir ku divê were pêşxistin û bihêzkirin, ji ber ku ew cihê Sûriyê ye ku dikare daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne.

Siyasetmedarê dijber bang li Sûriyan kir ku piştgiriya Meclisa Sûriya Demokratîk û hevbendiya wê bi hêzên demokrat re bikin ji ber ku ew îradeya Sûriyan temsîl dike û daxwazên wê yên rewa pêk tîne.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.