Elîteke jinên Minbicê nerazîbûna xwe li hember her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li ser Minbic û Til Rifetê nîşan dan û destnîşan kirin ku ev êrîşeke eşkere ye li ser serweriya xaka Sûriyê û yekkirina dagirkeriyê û piştgiriya wan ji Hêzên Sûriya Demokratîk re.
Civîna Meclisa Sûriya Demokratîk îro Pêncşemê bi komek kesayetî, çalakvanên jinan, rewşenbîr, çalakvan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bajar û gundewarên wê li yek ji salonên navenda bajarê Minbic li bakurê Sûriyê pêk hat.”
Di civînê de Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Omer amade bû û di civînê de pêşhatên siyasî yên dawî li qada navdewletî û herêmî û gefên Tirkiyê yên li ser berdewamiya operasyona leşkerî li ser Sûriyê bi taybet herêmên Minbicê Til Rifet hatin gotûbêjkirin, wê got metirsiya Tirkiyê ne tenê bakurê rojhilatê Sûriyê armanc dike, û ne netewekê bi tenê, lêbelê tevaya Sûriyê armanc dike, û berevaniya di ber de erkekî welatparêzî ye.”
Derbarê helwestên navdewletî û gelêrî yên redkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê ku rê li ber çareseriya siyasî aştiyane ji kirîza Sûriyê re digire û çalakiyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk li navxwe û derve, Omer wiha berdewam kir: “Hewldanên me yên dîplomatîk berdewam in û em şahidê helwesteke navdewletî û gelêrî ne, red dike dagirkerî, şer û îdîayên dewleta Tirk ên li herêma ewle.”
Omer herwiha da zanîn ku rewşa îro ji sala 2019’an cudatir e û kiryara leşkerî dê encamên felaketan li ser gel û civakê derbixe û bibe sedema vejîna DAIŞ’ê û got, “Ya erênî ew e ku îro helwesta me bihêztir e, lê her êrîşa bi maşîna leşkerî wê hemû eniyan veke û berxwedana gel çêbike.”
Ji aliyê xwe ve endama Nivîsgeha Têkiliyan di Meclisa Sûriya Demokratîk de Emel Dada tekezî li ser rola jinê û jinên Minbicê û pêşxistina zêdetir beşdariya wan kir û got: “Baweriya ku jin pêla ewlekariya civakan e, di vê civînê de hate diyarkirin ku projeya demokratîk rejîmên sitemkar û totalîter bêzar dike.”
Ji aliyê xwe ve beşdaran li ser rawestana li ber şerê taybet ê li dijî herêmên wan û israra wan di berxwedanê de axivîn, ku Tirkiye dixwaze destkeftan li ser hesabê gelê Sûriyê bi dest bixe, û divê rêjîm bi berpirsyariyên xwe rabe û nakokiyan bide alî û bi awayekî welatparêzîtir bixebite.